‛DAIŞ û çeteyên Tirkiyê tenê bi nav û alan ji hev cuda ne’

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ku li dijî êrişên dewleta Tirk li derdora Girê Spî şer dike got, li Reqa û Dêrazroê şerê DAIŞ’ê kir û niha jî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî şer dike û bal kişand ser ku tu ferq û cudatî di navbera herduyan de tune ye, tenê cihêrengî di nav û alan de ye.

‛DAIŞ û çeteyên Tirkiyê tenê bi nav û alan ji hev cuda ne’
6 mijdar, 2019   10:23
GIRÊ SPÎ-ŞERVÎN MISTEFA-ÎBRAHÎM EHMED

Li gundê Mişêrfa yê ku dikeve rojavayê Girê Spî yê li ser M4, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek  bi şervanê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî re ku ji pêkhateya Ereb û kurê şehîdê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê yê nava QSD’ê şehîd bûbû de, çêkir.

Mecid El-Şiblî ji şêniyê bajarê Girê Spî, di sala 2015`an de nava refên QSD’ê bû û beşdarî şerê rizgarkirina Reqa û Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê, bûye.

Mecid wiha got: "Bavê min, Feyad El-Şiblî şervanê QSD’ê ku di roja duyemîn a rizgarkirina Reqayê de, bi destê şaneyên veşartî şehîd bû.”

Ev ciwan ê ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûye û rêbazên çeteyan di şer û danûstandinan de nas kirine û piştre jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şer dike, wiha got: "Tu ferq û cudatî di navbera DAIŞ, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de tune ye. Her du di bin navên ol de şer dikin û kiryarên kuştin, dizîn û revandinê bi mafên sivîlan de pêk tînin. Tenê cihêrengiya wan nav û al in. Heman kesên di nava DAIŞ’ê de, îro bi navê Artêşa Azad tên."

Mecid wiha lê zêde kir: "Hewl dan şêniyên bajêr bixapînin. Îdîaya ewlehiyê kir. Lê belê niha bi hin nasên xwe re diaxivim û dibêjin ku kiryarên revandina sivîlan hene û çarenûsa wan ne diyar e. Her wiha dizîn û talankirina mal û milkên sivîlan bi şêweyekî eşkere pêk tên.”

Mecid anî ziman ku sivîl ji hundirê bajarê Girê Spî bang dikin ku wan ji destê çeteyan rizgar bikin.

Mecid wiha domand: "Komên çete bi armanca koçberkirina şêniyan ji malên wan û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna sivîlan, erebeyên bombebarkirî di bajêr de diteqînin. Dewleta Tirk û çeteyên wê QSD’ê bi van teqînan tewanbar dikin. Lê belê tevahî dizanin ku QSD’ê ji destpêka damezrandinê ve, ji bo aştî û azadiyê şer dike û têdikoşe. Ev kiryar ne jî exlaqê QSD’ê ye. Em bi metodên mirovahî têdikoşin û ne li gor bingeha kuştinê."

Mecid El-Şiblê da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fîtneyan çêbike, lê belê ev xendeq şahîd in îro di xetên pêş ên gundewarên Girê Spî de Kurd, Ereb, Ermen şerê dewleta Tirk dikin û tu bandoriya fitne û şerê taybet ku Tirkiyê pêk tîne, li ser wan tune ye.

Gundê ku şervan Mecid lê bi cih bûye, rojane bi hedefa qutkirina rêya M4 rastî êrişên çeteyan tê. Lê belê Mecid piştrast kir ku bersiva hemû êrişan didin û derbeyên giran li çeteyan didin.

Mecid El-Şiblî piştrast kir ku nahêlin çete rêya M4 bibirin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî soz da bavê xwe yê şehîd û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê ku dê bimînin û parastina rûmet, xak û welatê xwe heta serkeftinê bikin. Mecid nameye ji şêniyên Girê Spî yên banga rizgarkirinê kirine, kir: "Di zûtirîn dem de dê tevahî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, rizgar bikin."

(fr)

ANHA