Şervanek ji Hemayê: Ez ax û gelê xwe ji êrişa Tirkiyê diparêzim

Di eniyên berxwedanê de li hemberî êrişên Tirkiyê li rex şervanên ji pêkhate û herêmên cuda yên Sûriyê li berxwe dide. Kanîwar Girê Spî ji şêniyên herêma El-Selemiyê ya girêdayî Hemayê ye.

Şervanek ji Hemayê: Ez ax û gelê xwe ji êrişa Tirkiyê diparêzim
Şervanek ji Hemayê: Ez ax û gelê xwe ji êrişa Tirkiyê diparêzim
Şervanek ji Hemayê: Ez ax û gelê xwe ji êrişa Tirkiyê diparêzim
Şervanek ji Hemayê: Ez ax û gelê xwe ji êrişa Tirkiyê diparêzim
Şervanek ji Hemayê: Ez ax û gelê xwe ji êrişa Tirkiyê diparêzim
6 mijdar, 2019   08:57
GIRÊ SPÎ-ŞERVÎN MISTEFA –IBRAHÎM EHMED

Di eniyên parastinê de li dora Girê Spî û Serêkaniyê xwîna sûrî bi hebûna ciwanên gelên Sûriyê yên ji pêkhateyên Sûriyê yên cuda tev hev dibe.

Şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk Kanîwar Girê Spî ji herêma El-Selemiyê ya Hemayê ye. Kanîwar cihê xwe di eniya gundê Im El-Beramîl de li ser rêya navdewletî li bakurê navçeya Eyn Îsayê ya ku rastî êrişên çeteyên artêşa Tirk bi armanca kontrolkirina rêya navdewletî tên, digire.

Kanîwar beriya ku tev li nav Hêzên Sûriye Demokratîk bibe, mamsoteyê fêrgehê bû. Lê bi pêşketina rûdanên Sûriyê û naskirina Hêzên Sûriye Demokratîk re piştî rizgarkirina bajarê Reqayê tev lê dibe.

Kanîwar dibêje: "Dema min Hêzên Sûriye Demokratîk nas kir, min zanî ku ew hêzên mirovî ne. Di pêngava Reqayê de dema min rêgezên hêzên nas kir, teqez bûm ku Hêzên Sûriye Demokratîk ne mîna hêzên din e."

Kanîwar destnîşan kir ku qonaxa DAIŞ`ê mîna ya dagirkeriya osmanî bû û Rejîma Tirkiyê ya ku li ser rijandina xwînê û kuştinê ava dibe. Lewra em tu ferq di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de nabînin.  Ji ber ku DAIŞ`ê kurê Rejîma Tirkiyê ye.

Di nav gotinên xwe de Kanîwar balkişand ku Tirkiyê yekser desteka DAIŞ`ê dikir. Dema hebûna DAIŞ`ê li herêmê sînorê Tirkiyê li pêşiya DAIŞ`ê vekiribûn. Çeteyên DAIŞ`ê di nexweşxaneyên Tirkiyê dihatin dermankirin.

Kanîwar diyar kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk ji tevahiya sûriyan re ye ji ber wê di nav refên wê de gel û axa xwe diparêze.

Di dawiyê de Kanîwar Girê Spî bang li ciwanên gelê Sûriyê kir ku li hember êrişa Tirkiyê bibin yek.

(şx)

 ANHA