Mijarên rojmameyên erebî- 6 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet mijara hebûna Amerîkayê ya leşkerî û rola Rûsyayê de nivîsn, her wiha mijarên mîna geşedan û xwepêşandanên li Lûbnan û Iraqê û lihevhatina aliyên Yemenê jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojmameyên erebî- 6 Mijdarê
6 mijdar, 2019   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb : Li ber çavên rûsyaya ``bêzar`` baregehên nû yên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Liv û tevgera Amerîkayê li bakur û rojhilatê Sûriyê şêlo ye, piştî ku wê ragihand dê hêzên xwe ji herêmê vekişîne û hijmareke kêm leşkeran li wir bihêle, vê carê dîse vegeriya û li hin deveran hêzên xwe zêde kirin, bi taybet cihên nêzîn zeviyên petrolê û li wir baregehên nû ava kirin.”

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Seregey Vereshin roja sêşemê got: “Rûsya hewldanên Amerîkayê yên bicîbûna li herêmên petrolê li bakur û rojhilatê Sûriyê naperjirîne. Her wiha got ``Her hewildaneke Amerîkayê ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya leşkerî ya ne rewa li Sûriyê, binpêkirina zagonên navdewletî ye û nayê pejirandin.”

Çavkaniyên xwecihî beriya demekê gotibûn ku leşkerên Amerîkayê li parêzgeha Dêra Zorê ya bakur û rojhilatê Sûriyê du baregehên leşkerî ava dike.

Tê gotin ku rêveberiya Amerîkayê, bi desteserkirina zeviyên petrolê yên sereke dixwaze di destê xwe de pelikekê bihêle ku di majara çareseriya siyasî de bi Rûsiya û Sûriyê re bazarê bike, ne tenê li dijî hebûna Îranê, her wiha ji bo ku ji hevalbendê xwe yên Kurd re rewşeke taybet çê bike.”

Çavdêr dibêjin ku Sûriyê û Rûsyê bêzar in ji ber vê rewşa nû ku Waşingtonê çêkir, ew nikarin bi Amerîkayê re têkevin nava pevçûnan, lewma dê bijarteya wan ya herî bê zirar ku li rêyeke siyasî bigerin be.”

El-Beyan: Rûsya li Sûriyayê.. armancên xwe li ser agirekî nerm dipêje

Rojnameyê nivîsî: “Rûsiya ji dema ku yekser bi awayeke leşkerî derbasî Sûriyê bûye, êlûna sala 2015`n, armancên xwe li ser aigrekî nerm dipêje, her wiha rola wê ne tenê leşkerî ya, ew li gelek eniyan dixebite û bi aliyên dijberî hev re têkiliyê dike, carna jî bi hevsengî û hosteayî li ser benên pir zirav dimeşe. Ev jîrbûna rêveberiya Rûsiyayê di rêvebirina geşedanên dawiyê yên li bakur rojhilatê Sûriyê xuyan kir, dema Tirkiyê êrîşî herêmê kir.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: “Moskovayê tiştek berî wextê negot, lewma hate fêmkirin ku wê roniya kesk daye Anqerê, lê piştî du rojan got ku tevgera Tirkiyê pêwîste li gorî armancên ku hatine diyarkirin be, paşê rayedarên Rûsiyayê gotin ku operdasyona Tirkiyê  û herêma ewle jî nayên qebûlkirin û rêya tekane ya tunekirina tirsên Tirkiyê ewe ku hêzên Sûriyê li seranserî sînor belav bibin.”

Rûsyayê bi helwesta xwe ya şêlo ya destpêkê gelek armanc pêk anîn, wê siyaseta xwe ya ku Anqerê ji Amerîkayê dûr bixe xerab nekir, Kurd gihandin wê astê ku doza derbasbûna artêşa Sûriyê bikin ji bo parastina herêmên bakur. Lewma Rûsyayê benê dosyaya Sûrioyê yê zirav ku destê wê de ye bihêz kir.” 

Şeriq El-Ewset: Artêşa Lûbnanê biryara dawî da “dê rêyan veke”

Der barê geşedan û xwepêşandanên Libnanê rojnameyê nivîsî ``Artêşa Libnanê duh biryara dawî de ku rêyên xwepêşandêran girtibûn, veke, artêşê rêyên ketina Bêrûtê yên bakur û başûr vekirin, piştî ku xwepêşandêran nehiştin ku deriyê sereke yên ketina paytextê bêne vekirin.”

çavkaniyên siyasî ji Şeriq El-Ewset re diyar kirin ku vekirina rêyan di encama biryareke hişk de pêk hat, her wiha diyar kirin ku welatiyan artêş neçar kir ku vê pêngavê pêk bîne, bi taybet ku girtina rêyan dikir ku hin pirsgirêkên mezin çê bike. Her wiha diyar kirin ``Lewma û ji Tirsa ku teqîneke civakî çê bibe, artêşê biryar da ku rêyan veke``.

Li hember biryara qedexekirina girtina rêyan, xwepêşandêran dest avêtin stratejiyeke nû, vê carê saziyên giştî girtin, ev jî dê ji girtina rêyan mezintir be. Hin xwepêşandêran saziyên gitşî, dayire û bank girtin û soz dan ku îro jî wan bigrin da ku fişarê li desthilatdariyê bikin``.

El-Ereb: Lihevhatina Riyadê gaveke ber bi çareseriya mayinde ya Yemenê ye

Rojnameyê der barê geşedanên li Yemenê nivîsî ``Derdorên siyasî yên Yemenê gotin ku imzekirina lihevhatina Riyadê`ê di navbera hikûmeta Yemenê û meclisa demkî de, geveke erênî ye li ser rêya çareseriya meyinde. Her wiha diyar kirin ku hevpeyman dê halê hazir şerên heyî rawestîne ku nehêle şerkî navxweyî çê bibe û armancên sereke yên pêvjoyê  asteng bike, ew jî şerê li dijî Hûsiyan û desthilatdariya Îranê li Yemenê ye.”

Di merasîma imzekirinê ku li koşeka Yemame ya Riyad`ê pêk hat de, roja sêşemê, hikûmeta Yemenê û meclisa demkî peyman imze kirin.”

Şeriq El-Ewset: Abdulmehdî behsa “guherîna rejîmê” dike

Der barê geşedanên li Iraqê rojnameyê nivîsî: “Serokweîzê Iraqê Adil Abdulmehdî got ku dibe li welatê wî rejîm bête guhertin, eger makzagon bête sererastkirin, li gorî daxwaza tevgera gelêrî. Di vê navberê de protestoyên Bexdayê û hin bajarên navend  û başûrê welêt dewam kirin.”

Abdulmehdî di civîneke meclisa wezîran de, duh, got: “Guherîna makzagonê dibe ku bighêje asata guherîna rejîma siyasî û zagona hilbijartinan jî”. Her wiha destnîşan kir ku gelek dewlet li gorî pêdiviyan makzagonên xwe diguherînin.”

(kc)