Desteya Ewqaf: Kîjan ol maf dide Erdogan ku gel koçber bike û axa wî dagir bike?

Serokê Desteya Ewqafê ya Şedadê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker îslamê dixapîne ku komkujiyên xwe pêk bîne û wiha got: "Armanca wî xirabkirina rûyê îslamê, dizîn û qirkirina pêkhateyên ku bi salan bi hev re dijîn e, kîjan ol rê dide Erdogan ku gel koçber û xaka wê dagir bike?."

Desteya Ewqaf: Kîjan ol maf dide Erdogan ku gel koçber bike û axa wî dagir bike?
6 mijdar, 2019   09:36
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Ji dema derketina aloziya Sûriyê ji rêya wê ya aştiyan e ve, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gefan, talankirina xêr û bêra wê û kuştina şêniyên wê li ser destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra û gelek komên çete ku bi navê îslamê şer dikin re, derbas dibin.

Di aloziya 9 salan de, çeteyan hemû pêkhateyên Bakur Sûriyê kirin hedefa xwe û cudahî nexist navbera pêkhateyan. Li ser destê QSD`ê bin bin ketin. QSD`ê di şerê li dijî çeteyan de 11 hezar şehîd û zêdetirî 24 hezar birîndar ji Ereb, Kurd, Xirstiyan, Êzidî û gelek pêkhateyên din dan, da ku parastina ewlehiya welat ji dagirker û çeteyên wê bike.

Der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokê Desteya Ewqafê ya Şedadê Ehmed El-Îsa ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Em li Sûriyê, me sînorê xwe li dijî cîranên xwe derbas nekir û parastina ewlehiya sînor kir. Niha jî di welatekî ewle de dijîn û pêşwaziya koçberên ji hundirê Sûriyê yên ku ji ber şer revîne, dikin û me pêşwaziya penaberên Iraqê jî kir. Eger ne ji destwerdana Tirkiyê di kar û barê me yên hundirîn de ba, dê hîna ewlehî zêdetir heba."

Şêx Ehmed El-Îsa da zanîn ku dewleta Tirk dagirker ku desteka çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra dike, îda dike ku herêmeke ewle ava bike, da ku koçberan vegerîne û li wir bicih bike û wiha El-Îsa wiha domand: "Kîjan ol û maf rê dide Tirkiyê ku aramiya herêmê xirab bike, şêniyên wê yên resen neçarî koçberiyê bike û li şûna wan şêniyên din bîne mal, milk û xaka wan dagir bike."

El-Îsa daxwaz ji meclisa ewlehî, dewletên îslamê, hêzên herêmî û komara dewletên Ereb kir ku biryareke cidî û rast bigrin, da ku Tirkiyê û çeteyên wê paşde vekişînin û wiha got: "Dewleta Tirk da ku fîtneyên mezin li Bakurê Sûriyê derbixe, dixebite û fîtne ji kuştinê xirabtir e."

Her wiha El-Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker îslamê dixapîne û komkujiyên xwe pêk tine û bi navê ol her kesî dixapîne, El-Îsa wiha got: "Armanca wê berovajîkirina îslamê, dizîn û qirkirina pêkhateyan e. Bakurê Sûriyê tê qirkirin û bicihkirina  ne rewa li herêma ewle pêk tê."

Di dawiya axaftina xwe de El-Îsa wiha got: "Xwînxwar piştî şerê 9 salan tevî komên çete ku her carê navekî li xwe dikin Bakurê Sûriyê dagir dike, armanca wê berovajîkirina îslamê, dizîn û qirkirina pêkhateyên ku bi salan bi hev re dijîn e."

(jo)

ANHA