`Divê mamoste bi rihê berxwedanê nifşan ava bike û pêşî li dagirkeriyê bigire’

Cîgira Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê îşaret bi rola mezin a mamosteyan di pêşîlêgirtina dagirker û siyasetên wê yên helandina çand û dîroka gelên herêmê de, kir û bang li mamosteyan kir ku divê mamoste bi rihê berxwedanê nifşan ava bike û pêşî li dagirkeriyê bigire.

`Divê mamoste bi rihê berxwedanê nifşan ava bike û pêşî li dagirkeriyê bigire’
`Divê mamoste bi rihê berxwedanê nifşan ava bike û pêşî li dagirkeriyê bigire’
`Divê mamoste bi rihê berxwedanê nifşan ava bike û pêşî li dagirkeriyê bigire’
5 mijdar, 2019   12:26
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Dibistanan re civînek ji mamosteyên navçeya Tirbespiyê re li dar xist, da ku siyaseta ku dewleta Tirkiyê di şerê qirkirina çanda gelan pêk tîne de, birinxînin.

Civîn li hola siyahî ya navçeyê hate lidarxistin, tê de Cigîra hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Zehra Elî û bi dehan mamosteyên navçeya Tirbespiyê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Zehra îşaret bi rola mezin ku mamoste di perwerdekirina civaka xwe de dilîzin, kir.

Zehra got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êriş û koçberkirina şêniyên resen, hewl didin şaristanî û dîroka herêmê birûxînin. Her wiha bi rêya planên xwe şerê qirkirina çanda gelan pêk tînin.

Zehra destnîşan kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya xwe ya olî û netewî tê naskirin, her wiha bang li mamosteyan kir ku bi rihê berxwedanê, perwerdê dewam bikin û nifşekî nû perwerde bikin.

Der barê hemleya boykotkirina kelûpelên Tirkiyê ku li gelek dewletên cîhanê dest pê kir, Zehra Elî bang li mamosteyan kir ku divê kelûpelên Tirkiyê neyên kirîn û piştrast kir ku Tirkiyê bi rêya aboriya xwe êrişî herêmê dike û komkujiyan der heqê sivîlan de pêk tîne.

Civîn bi dewamkirina berxwedan û dewamkirina perwerdê li dibistanên herêmê bi dawî bû.

ANHA