Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!

Şêniyên gundên li ser sînor ên rojhilatê bajarê Kobanê dewriyeya hevbeş a polîsên Rûsya û artêşa dewleta Tirk a dagirker bi zebzeyên xirabbûyî, hêk û şekalan pêşwaz kir.

Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!
Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!
Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!
Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!
Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!
Şêniyên Kobanê bi rêbazê xwe yê taybet wiha pêşwaziya dewriyên hevbeş kir!
5 mijdar, 2019   12:17
KOBANÊ

Îro yekemîn dewriyeya hevbeş a di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa dewleta Tirk a dagirker de li ser sînor kantona Kobanê li gor peymana Sochi ya 22’yê Cotmehê de, pêk hat.

Dewriye di saet 11:00 nîvro de ji gundê Merc Îsmaîl(Mars Mîlê) ku 7 km dikeve rojhilatê bajarê Kobanê ye dest pê kir û li ger gundên sînor ên rojhilatê Kobanê gerîn.

 Dema ku dewriye gihişt gundê Qere Mox(nêzî 16 km dikeve rojhilatê Kobanê) şêniyan bi rêbaza xwe ya taybet pêşwaz kir. Bi dehan şêniyên gund dema ku dewrî gihişt gund, kevir, şekal, hêk, zebzeyên xirabbûyî û çop avêtin wan.

Hinek  jî rê bi keviran li pêşiya dewriyeyê girt da ku derbas nebe.

Yekî jî li ser kevirekî mezin ê li nêzî rê nivisîbû"Erdoganê Sûcdar e".

Dewrî hîna li rojhilatê Kobanê digere.

(fr)

ANHA