Kadroyên tendirûstiyê: Tirkiyê sûcên şer li dijî kadroyên tendirûstiyê pêk tîne

Kadaroyên tendirûstiyê yên Nexweşxaneya Xalid El-Fecir a bajarê Helebê kiriyar û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîl û kadroyên tendirûstiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên de, şermezar kirin.

Kadroyên tendirûstiyê: Tirkiyê sûcên şer li dijî kadroyên tendirûstiyê pêk tîne
5 mijdar, 2019   11:05
HELEB – SOLÎN REŞÎD – HENAN MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Her wiha kiryar û sûcên li dijî sivîl, rojnamevanan û kadroyên tendirûstiyê yên navdewletî û herêmî ku ji bo rizgarkirina birîndaran dixebitin, didomîne. Herî dawî jî kadroyên tendirûstiyê yên rêxistina Amerîkî kir hedef û yek ji endamên wê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber xeteriya li ser erkên kadroyên tendirûstiyê ku divê bi lezgîn û yekser ji bo rizgarkirina birîndaran  tev bigerin, heye, dîsa jî ji topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bêserûber bê par namînin. Dagirker tu ferqê naxe navbera leşker, sivîl û kesên ku sembolên çapemeniyê radikin û kadroyên tendirûstiyê. Ji ber wê jî heta niha hejmareke ji rojnamevan û kadroyên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest daye û hinek jî birîndar bûne.

Girêdayî mijarê hemşîreyên Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kiriyarên dewleta Tirk û hedefgirtina kadroyên tendirûstiyê, şermezar kirin.

Hemşîreya bi navê Newroz Faqî wiha got: "Divê rêxistinên mirovî û hiqûnas der barê pêkanîna dewleta Tirk sûc û kiryar de ji bêdengiya xwe derkevin û sînor jê re deynin. Der barê hedefgirtina kadaroyên tendirûstiyê ku xebateke mirovî li herêmên şer dikin de, hesab jê bixwazin."

Newroz piştrast kir ku ew amade ne destek bidin kadroyên tendirûstiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xebatên xwe yên mirovî ya rizgarkirina jiyana sivîlan, bidomînin.

Hemşîreyê bi navê Esed Osman êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û ev tişt anî ziman:"Dewleta Tirk a dagirker ji pêkanîna sûcên li dijî sivîlan têr nabe. Ji ber wê kadroyên tendirûstiyê yên ku qurbaniya êrişên dewleta Tirk a dagirker rizgar dikin, dike hedef."

Esed di axaftina xwe de wiha pêde çû:"Li gorî pîvanên NY`yê hedefgirtina nexweşxaneyan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber nexweşxane û kadaroyên tendirûstiyê ereka mirovî pêk tînin. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pîvan, zagonên navdewletî û mirovî bin pê dikin û li dijî her kesî bê ferq û cûdatî sûcan pêk tîne."

Osman diyar kir ku NY`yê û rêxistinên mirovî berpirsên sûcên dewleta Tirk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tine. Ji ber tu tevgerê ji hesbxwestina dewleta Tirk û çeteyên wê pêk naynin.

Hemşîreya bi navê Emîna Felaha bang li civaka navdewletî kir ku destwerdana lezgîn der barê terora dewleta Tirk ya li dijî sivîl û kadroyên tendirûstiyê ku sivîlan rizgar dike de, bike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan li dijî kadroyên tendirûstiyê pêk tîne. Ji wan 3 endamên Heyva Sor a Kurdî li herêma Silûk a girêdayî Girê Spî kuştin. Her wiha endamek li gundewarên Til Temirê revand û her dawî jî kadroyên tendirûstiyê yên rêxistina "Free Burma rangers" a Amerîkî li gundewarên Til Temirê kirin hedef û di encama wê de de yek ji endamê tîmê jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA