Dibistanên Kobanê careke din hatin vekirin

Dibistanên bajarê Kobanê ji bilî yên li ser xeta sînor, dîsa deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin.

Dibistanên Kobanê careke din hatin vekirin
Dibistanên Kobanê careke din hatin vekirin
Dibistanên Kobanê careke din hatin vekirin
Dibistanên Kobanê careke din hatin vekirin
Dibistanên Kobanê careke din hatin vekirin
5 mijdar, 2019   11:07
KOBANÊ

Bandora neynî yên di encama êrişên dagirkeriya Tirk de li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê çêbûne, pir bûn. Yek ji wan yên sereke girtina dibistanan bû.

Ji roja destpêkirina êrişên dagirkeriya Tirk û heta roja îro, piştî zêdetirî 25 rojan ji girtina hemî dibistanan li bajarê Kobanê, , dibistanan dîsa dest bi pêşwazî kirina şagirtan kirin.

Desteya Perwerdê ya Herêma Firatê yekşema borî biryarnamek derxist tê de bang li kadroyên perwerdê kir ku ji roja Duşemê de deriyên dibistanan vekin. Dibistan roja Duşemê hatin vekirin û şagirtan îro dest bi perwerdê kirin.

Lê hin dibistan heta niha girtî mane, tabet jî yên nêzî sînorê Tirkiyê. Ew jî ji ber tirsa hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji dibistana re.

Li kantona Kobanê 496 dibistan hene, ku zêdetirî 400 ji wan hatine vekirin. Li gorî hevseroka Desteya Perwerdê li herêma Firatê Nisrîn Şêx Keyad hejmara xwendekaran li kantonê 90 hezar e.

Li gorî serjimareke Desteya Perwerdê, Li kantona Girê Spî 426 dibistanan deriyên xwe li pêşiya 51 hezar xwendekaran girtin. Piştî dagirkirina bajêr jî 1900 mamoste ji dibistanan dûr ketin.

Nisrîn Keyad got: "Şagirtên ku dibistanên wan di êrişên dagirkeriyê de xirab bûne û yên ji tirsa êrişan hatine girtin, dikarin li dibistanên gundên derdor xwendina xwe berdewam bikin."

Nisrîn eşkere kir ku ew pilan dikin ku di kampa ku wê Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Girê Spî li başûrê Eyn Îsa yê  vebike de, ew beşan ji bo xwendinê vebikin ji bo şagirt karibin perwerdeya xwe li wir berdewam bikin.

ANHA