Fermandarekî QSD‘ê agahiyên dawî yên derbarê eniya Til Temirê de dan

Fermandarê QSD‘ê yê eniya navçeya Til Temirê Mîtan Qamişlo got, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser navçeyê nesekinandine û hewl didin navenda navçeyê kontrol bikin. Qamişlo diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Fermandarekî QSD‘ê agahiyên dawî yên derbarê eniya Til Temirê de dan
5 mijdar, 2019   05:35
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya bikaranîna mafê parastina rewa û sivîlan de êrişan dibersivînin.

Fermandarê QSD‘ê yê eniya navçeya Til Temirê Mîtan Qamişlo pêşketinên dawî yên li herêmên xeta navçeya Til Temir û Serêkaniyê ji me ragihand.

Mîtan Qamişlo, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Serêkaniyê û gundên derdora wê taybet nesekinandine.

Fermandar destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji 3 rojan ve bê navber bi dijwarî êrişên gundên Erîşa, Ezîziyê, Dawudiyê, Mehmûdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê dikin, di êrişan de balafirên şer û bê mirov, tank, top û panzêran bi kar tînin, li aliyekî din hewl didin bi dizî bikevin gundan. Mîtan Qamişlo got, şervanên wan bersiva êrişan didin û dişkînin.

‘Hêzên me li gundên Ezîziyê û Dawudiyê derbên giran li çeteyan xistin‘

Têkildarî derbên ku QSD di du rojên dawî de li çeteyan xistine, Qamişlo got "Hêzên me li gundên derdora navçeya Til Temirê gelek tankên dagirkeriya Tirk îmha kirin, gelek erebeyên doçka li ser eyar 23, li gundê Ezîziyê yê 10 km dûrî navenda navçeyê dikeve îmha du panzer kirin. Li gundê Dawudiyê jî hêzên me tankeke artêşa dagirker û çeteyên wê kirin hedef. Her wiha hewlanên çeteyan ên ketina gund vala derxistin."

‘Artêşa Tirk a dagirker hewl didin bikevin Til Temirê û komkujiyan dûbare bikin‘

Mîtan Qamişlo, daxuya kirin ku "Navçeya Til Temirê bi pirrengiya pêkhateyan xwe tê naskirin, Asur, Suryan û Ermen lê hene, artêşa Tirk a dagirker hewl dide komkujiyan li ser pêkhateyên navçeyê dûbare bike."

Mîtan Qamişlo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku tevlî refên QSD‘ê bibin û li dijî êrişên hêzên dagirker bisekinin.

ANHA