Ji eniya Til Temirê: Ji bo gel û xaka me em fedakar in

Şervanekî QSD`ê ji eniyên şer ên gundewarên navçeya Til Temirê, destnîşan kir dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pabendî rêkeftina agirbestê nebûne û got berxwedana şervanan a di çarçoveya mafê parastina rewa de berdewme û ji bo gel û xaka xwe fedakar in.

Ji eniya Til Temirê: Ji bo gel û xaka me em fedakar in
5 mijdar, 2019   07:12
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve, dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, di êrişan de hemû çekên giran û qedexekirî bi kar tînin. Tevî ragihandina agirbestê ya rêkeftina Amerîkî -Tirkî, lê heta niha êrîş û binpêkirinên wan li gundewarên navçeyên Zirgan û Til Temirê berdewam dikin.

 ‘Tevî ragihandina agirbestê êriş berdewam in‘

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersivê didin hewildanên pêşdehatina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ber bi gundên Qadisiyê, Ezîziyê, Dawûdiyê û Erîş ên navçeya Til Temir. Hêzên QSD`ê tevahiya hewildanên wan şikandine.

Di vê çarçovê de, şervanê QSD`ê Dilşêr Endok ê di eniyên pêşîn ên gundên Erîşa û Dawûdiyê de cih girtiye, li ser rewşa li ser erdê ji ANHA`yê re axivî. Endok destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusre, rexmî ragihandina qaşo agirbestê ya dagirkeriya Tirk û Amerîka lê êrişên xwe nerawestandine û gund û bajarokan topbaran dikin. 

 ‘Di çarçoveya Parastina Rewa de berxwedana me dewam e‘

Endok da xuyakirin ku, berxwedana wan li hemû eniyan di çarçoveya mafê parastina rewa de berdewam dike û got, di rojên dawî de, li eniyên Zirgan û Til Temirê derbeyên giran li artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dan û ziyanên madî û canê gihadin wan û nehiştin pêşve werin.

‘Tevahî êrişên wan vala hatin derxistin‘

Şervanê QSD`ê da zanîn ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zêdeyî gelek caran hewl dan xeta eniya pêşîn a hêzên QSD`ê li gundê Qasimiyê, Ezîziyê, Dawûdiyê û Erîşa yên naveya Til Temir bişkînin, lê tevahiya êrişên wan vala hatin derxistin û paşde reviyan.

 ‘Em ê ji bo gel û xaka xwe fedakar bin‘

Endok di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku ew Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser soza xwe ya bi gel û şehîdên xwe re dane dimînin û dê heta dawiyê parastinê bikin û got:`` Bila dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bizanibin, em ew şervanê ji bo parastina tevahiya pêkhateyên gelê xwe û xaka xwe fedakariyan didin e û em ê aştiyê û aramiyê pêk bînin, em xwedî maf in û di dawiyê de emê serbikevin.``

(rr)
ANHA