Êrişa çeteyan a li dijî gundekî Minbicê hate şikandin

Di êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundê Ereb Hesen ê rojavayê bajarê Minbicê de sivîlek jiyana xwe ji dest da. Li aliyekî din jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişeke çeteyan a li ser gundê Catê tê bir.

Êrişa çeteyan a li dijî gundekî Minbicê hate şikandin
3 mijdar, 2019   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek dan.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Piştî têkçûna gelek hewldanên çeteyên bi navê Mertala Firatê li ser xeta Sacûrê yê bakurê Minbicê, çeteyan vê êvarê careke din hewl dan êrişî nuqteyên hêzên me yên li gundê Catê bikin. Hêzên me bersiva dan û şer derket. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yên din reviyan.

Piştî vê têkçûnê, çeteyan gundê Ereb Hesen ê bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi hawnan qadên sivîlan kirin hedef, di encamê de ciwanekî 25 salî bi navê Hisên Elî El-Fesîh bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyên bajêr jiyana xwe ji dest da."

ANHA