Endamê Free Burma Rangers: Artêşa Tirk bi zanebûn em kirin hedef

Endamekî  "Free Burma Rangers" ya amerîkê got ruxmî ew ala Xaça Sor a navdewletî li ser erebeya xwe xistibûn, artêşa Tirk a dagirker erebeya wan kiriye hedef. Her wiha got tu hincetên êrişê re tune ye û ew mîna dagirkirinê ye.

Endamê Free Burma Rangers: Artêşa Tirk bi zanebûn em kirin hedef
Endamê Free Burma Rangers: Artêşa Tirk bi zanebûn em kirin hedef
3 mijdar, 2019   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker karwana bijîşkên Rêxistina Free Burma rangers a Amerîkayê ya pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ên di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de topbaran kir. Di encamê de endamê wê Zaw Senek jiyana xwe ji dest da û koordînetorê iraqî bi wan re bi navê Mihemed birîndar bû.

Mihemed ji nexweşxaneyên bajarê Hesekê re hate veguhestin. Di hevdîtinekê de Mihemed diyar kir: "Erka me xilaskirina sivîlan û tevahiya birîndarên şer e. Em rêxistinek mirovî ne. Dema em çûn nuqteyên pêşîn ên gundê El-Ezîziye ‘artêşa azad‘nuqte topbaran dikir ji bo ku rêyekî ji çeteyan re vekin ji bo ku bighêjin navçeya Til Temirê. "

Mihemed destnîşan kir: "Dema me birîndar derman dikir, bi topan em kirin hedef û ranewestîn. Ruxmî ku bi erebeya me ve ala Xaça Sor heye, lê topbaran yekser me kir hedef, di encamê de hevalekî tîma me hate kuştin ew ji Taylandê bû."

Mihemed bang li NY`î kir ku li rewşa koçberên ku bi zorê ji mala xwe hatine derxistin binêre. Mihemed êrişa Tirkiyê wek êrişek li dijî mirovahiyê hesiband.

Mihemed paymek da hikumeta Tirkiyê û balkişand ku êrişa wê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê hincet e. Ji ber ku şêniyên herêmê êrişî Tirkiyê nekirine. Mihemed wiha domand: "Di vî şerî de di encama topbarana bêserûber de temenmezin, zarok û jin bûn qurban. Ev weke dagirkirin tê hesibandin."

Endamekî din li herêmê James dibêje ji aliyê artêşa azad û artêşa Tirk adagirker hatine topbarankirin. Di encamê de hevalekî wan hate kuştin û Mihemed di kêlek û destê xwe de birîndar bû.

(şx)

ANHA