Partiya Komonîst banga baykotkirina berhemên Tirkî dike

Partiya Komonîsta Kurdistanê, banga baykotkirina malên Tirkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Partiya Komonîst banga baykotkirina berhemên Tirkî dike
1 mijdar, 2019   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komonîsta Kurdistanê bi daxuyaniyekê banga baykotkirina malên Tirkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ‘‘Ev 20 roj zêdetir e şerê dagirkeriya rejîma Tirkiyê û çeteyên wê bi awayekî hovane li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, ew şerê jînosîd, şewtandin, talankirina mal û milkên koçberan e, di dîrokê de nimûneya vê hovîtiyê nehatiye kirin. Çekên qedexekirî, kîmyawî û fosforî, bombeyên goşî û gazê jehrê der heqê niştecihên gund û bajarên bi ewle têne bikaranîn. Her wiha qetilkirina birîndaran û kesên dîl digrin jî û bi awayekî derexlaqî îşkencekirina li cenazeyan dikin. Şehîd û birîndar bi sedan in, zêdeyî 460 hezar kes koçber bûn ku piraniya wan zarok, jin û kesên temenê wan mezin in, bê cih, nan û derman in."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê herêmê di nava 8 salên şerê li dijî terorê de ji bo parastina gelê herêmê û cîhanê zêdeyî 70 hezar şehîd dane, gelek birîndar û astengdar bûn. Her wiha hate gotin ku têkoşîna gel a parastina nirxên mirovaniyê ji terorê didomîne.

Partiya Komînist a Kurdistanê bang li kesên xwedî nirx û wijdan kir ku li dijî şerî faşîst bisekinin û piştgiriya berxwedana gelê bi mirin, birçîbûn û derbiderbûnê re rûbirû dibin, bikin, vê yekê di çarçoveya baykotkirina kelûpelên Tirkî de bikin.

Di daxuyaniyê de hate banga qutkirina hemû cureyên têkilyên bazirganiyê li gel rejîma Erdogan a dagirker hate kirin û wiha hate domand:"Bang bikin bila qada hawayî ji balafiran bê qedexekirin, banga avakirina herêma ewle di bin çavdêriya navnetewî de bikin, vê şerê zalim ê li dijî welatê me û gelê me rawestînin û artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji herêmên me yên dagirkirî Serêkaniyê Girê Spî, Efrîn û tevahî gund û bajarokên din ên hatine dagirkirin, derxînin."

(rr)

ANHA