Lavrov: Divê doza Kurdî neyê paşguhkirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov got: "Doza kurd li Sûriyê pirsgirêk e û divê neyê paşguhkirin."

Lavrov: Divê doza Kurdî neyê paşguhkirin
1 mijdar, 2019   09:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kurd li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê hene, lê belê ji mafên xwe yên siyasî, civakî û çandî bê par in. Ev hemû dewlet bi wan re danûstandinên wekî ku di asta duyemîn de bin, pêk tînin. Derheqê kurdan de siyasetên koçberkirin, qirkirin û helandinê pêk tên.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di hevdîtina bi kanala"Rûsya 24" de got, divê doza Kurd li Sûriyê nebe sedema nakokiyên li herêmê.

Ajansa Tas a Rûsyayê li ser zimanê Lavrov ragihand ku  Kurd li Iraq û Îranê dijîn, her wiha piştrast kir ku  hejmareke mezin li Tirkiyê jî dijîn, tu kes naxwaze ji ber doza kurdî herêm di nakokiyan re derbas bibe. Her wiha tu kes naxwaze ku Kurd xwe wekî di asta duyemîn de bin,  xwe hîs bike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê diyar kir ku nabe  ku pirsgirêka Kurdan were paşguhkirin...ev pirsgirêkeke ku aloziya Sûriyê derbas kiriye."

Hêzên herêmî û cîhanî doza kurdî li Sûriyê paşguh dikin. Her wiha jî hewl didin ku kurdan ji mafên wan bê par bikin, bêguman ev jî xwestekên dewletên herêmî ne, nexwsin  Tirkiyê û Îranê. Lê belê doza kurdî, dozeke sûrî ye.  

Ji beriya 100 salan ve gelê Kurd da ku mafên xwe bi dest bixin, li ber xwe didin. Lê li beramberî vê yekê desthilatên her 4 dewletên navborî komkujiyan der heqê kurdan de pêk tînin û ji mafên kar û xebatên siyasî bê par dihêlin û heta ji fêrbûna zimanê dayikê jî hatine qedexe kirin.

(eh)