Li Girê Spî binpêkirinên dagirkeran

Artêşa delwta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nadin şêniyên Girê Spî ber bi herêmên Rêveberiya Xweserve derkevin. Li aliyekî din jî dest bi ferzkirina bacan kirin.

Li Girê Spî binpêkirinên dagirkeran
1 mijdar, 2019   09:21
GIRÊ SPÎ – ÎBRAHÎM EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusre û DAIŞ`ê, binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên di bajarê Girê Spî de didomînin.

Çavkaniyan ji hundirê bajarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker nahêlin sivîl ji ber êrişên bê serûber ji bajêr ber bi herêmên ewle yê Rêveberiya Xweses ve derkevin. Her wiha diyar kirin çeteyên li bendên kontrolê heqaret li sivîlan dikin û gefa kuştinê li wan dixwin ku heger ji bajêr birevin.

Çavkaniyek agahdar da diyar kir ku dagirkeriya Tirk dest bi guhertina navên cihên giştî yên bajêr kiriye, navê Çareseriya Şaredariyê veguhertin çerxerêya Tîba.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk dest bi ferzkirina bacan li şêniyan kirine.

Heman çavkanî da zanîn di encama êrişan de Nexweşxaneya Girê Spî ji xizmetê derket û çeteyan ji xwe re kirin baregeh. Her wiha diyar kir ku li nexweşxaneya taybet a Hikme jî ji ber derketina kadroya tenduristiyê ji bajêr, beşê welidandinê hatiye girtin.

)rr)

ANHA