Efûya Navneteweyî binpêkirinên Tirkiyê derheqê dijberên êrişa Tirkiyê şermezar kir

Rêxistina Efûya Navneteweyî îro, dewama binpêkirinên Tirkiyê derheqê dijberên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Efûya Navneteweyî binpêkirinên Tirkiyê derheqê dijberên êrişa Tirkiyê şermezar kir
1 mijdar, 2019   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Navneteweyî binpêkirênên hikumeta AKP`ê derheqê dijberên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da firseta êrişa xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qezenc bike û da ku hemleya herêmî dest bike û nerînên dijberan ji dezgehên çapemeniyê, torên civakî, rojnemevanan û xwepêşandêran ji holê rake.

Her wiha rêxistinê êrişa li ser malên sivîlan û zarokan tirsandin ji aliyê 30 efserên polîsan, şermezar kir, rêxistinê diyar kir ku ev yek asta tunebûna azadiya nerînan li Tirkiyê diyar dike.

Hikumeta Tirkiyê roja pêncşema 10`ê Cotmehê di çarçoveya hemleya dijî dijberên êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serokê malpera "Bergon" Hakan Demir binçav kir.

Rêxistinê da zanîn ku di hefteya yekemîn a êrişê de 839 hesabên li ser torên civakî di lêpirsînê de ne.

Ji destpêka êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, atmosfêra tirsê li Tirkiyê zêde bû.

Mûdîra Rêxistina Efûya Navneteweyî li Ewropa Mary Strothers wiha got: "Ji destpêka êrişa leşkerî, atmosfêra tirsê li Tirkiyê kûr bû, ku hemleya binçavkirinan û tewanbarên ku tu rastiyên wê tine ye zêde bû, da ku dijberên êrişa Enqere li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng bike."

(jo)