Meclisa Jinên Sûriyê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê bi bîr anî

Meclisa Jinên Sûriyê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana bi bîr anî û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Meclisê bang li aliyê aktîf kir ku aloziyê çareser bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Meclisa Jinên Sûriyê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê bi bîr anî
31 cotmeh, 2019   18:17
NAVENDA NÛÇEYN

Meclisa Jinên Sûriyê bi wesîleya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "1‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê ye, bajarê Kobanê li hemberî bihêztirîn rêxistina terorîst ku mirovaniyê nas kir, DAIŞ‘ê sekinî, mîna vê berxwedanê di dîrokê de nehatiye nivîsandin. Berxwedana Kobanê ne tenê ji bo rizgarkirina xakê bû, lê ji bo rizgarkirina gelan ji terorê ye. Berxwedêran ji bo parastina kerameta mirovaniyê bi hemû hêz û îsrara serkeftinê teror şikandin û Kobanê ji pencên wan rizgar kirin.

Piştî têkçûna terorê li bajarê Kobanê, îro careke din lê bi rengekî din bi destê destkarê wê dewleta Tirk a xwedî planên dagirkirinê 9‘ê mehê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Di encamê de gelek kes şehîd bûn, zêdeyî 300 hezar kes jî koçber bûn. Diyar e ku dagirkirina bajarê Efrînê têrê wan nekir, xwest derbeyê li herêmên din ên Sûriyê bixe û hewldanên çareserkirina aloziyê asteng kir. Diyar e ku bêdengiya hêzên navdewletî û herêmî li hemberî van nêzîkatiyan dê temenê aloziyê li ser hesabê gel û êşa wê dirêj bike.

Em Meclisa Jinên Sûriyê bi hemû şehnazî berxwedana mirovî ya Kobanê ya li dijî terorê bi bîr tînin. Di heman demê de em êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Sûriyê û bêdengiya navdewletî şermezar dikin. Em bang li hemû aliyên aktîf dikin ku erka xwe ya ji bo rawestandina êşa gelê Sûriyê û rizgarkirina herêmên ji dagikeriya Tirk pêk bînin, her wiha hesab ji Tirkiyê ji ber êrişên wê bixwaze û vegera koçber û penaberan li warên wê misoger bike."

ANHA