Li gelek eniyên bejahiya Idlib, Hema û Lazîqiye şer û topbaran

Li gelek eniyan gundewarên bakur û rojavayê Hema, başûr û rojhilatê gundewarê Idlibê heya başûrê gundewarê Helebê şer û topbaran rû didin. Balafirên Rûsyayê derdora 30 êrişên li ser wan herêmên pêk anî.

Li gelek eniyên bejahiya Idlib, Hema û Lazîqiye şer û topbaran
30 cotmeh, 2019   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rejîma Sûriyê gundên Şerhinaz, Erîma, Cib Silêman û El-Bedriye yên bakur rojavayê gundewarê Hemayê topbaran kirine. Her wiha bi topavêjan Marzîta , Hîş, Kefer Nubul, Hezarîn, Mezrat Recim El-Heye û Ebû El-Dihûr ên başûr û rojhilatê Idlibê heya bighêje başûrê gundewarê Helebê kirin hedef. Li topbaranê jî balafirên keşfê li asîmana herêmê digeriyan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku şer li Kebanê yê bakurê gundewarê Lazîqiye li gel topbarana topavêjan û moşekan berdewam e. Ji aliyekî din ve bombebarana balafiran a rûsî li ser parêzgeha Idlibê ji sibehan ve didome.

Çavdêriyê ragihand ku hejmara êrişên asmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê li ser Marat El-Numan, Kefer Nubul, Marat Herma, El-Niqîr, Im El-Sîr, El-Feqîî, Cibala, El-Şêx Mistefa, Kersaa, Rikaya, û Marzîta li gundewarên başûr û rojhilat gihaşt 28 êrişan. 

Her wiha diyar kir ku hêzên Rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê di hewldanên xwe yên pêçdeçûna ber bi eniya Kibanê li Çiyayê Kurdan ê li bakurê gundewarê Lazîqiye de di roja şeşan de berdewam in. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir ku şerên dijwar bi komên cîhadî re li herêmê berdewam in. Ji aliyê xwe ve Heyet Tehrîr El-Şam vê sibehê du tankên hêzên rejîmê dema hewl dida pêşbikeve ruxandin.  Her wiha Hizib El-Islamî El-Turkistanî li Jorîn li Deşta El-Xab ên di bin kontrola hêzên Rejîmê de topbaran kirin. Hêzên Rejîma Sûriyê jî bi topavêjan El-Zeqûm, El-Ziyare, Til Wasit, El-Sirmeniyê û El-Hemîdiye li Deşta El-Xab li bakur rojavayê gundewarê Hemayê topbaran kirin.

(şx)