Mezlûm Ebdî banga Rejîma Sûriyê rexne kir

Mezlûm Ebdî nêzîkatiya Wezareta Berevaniyê ya Rejîma Sûriyê rexne kir ku bang li şervanên QSD`ê tev li hêzên Rejîmê bibin.

Mezlûm Ebdî banga Rejîma Sûriyê rexne kir
30 cotmeh, 2019   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Rejîma Sûriyê beşdarbûna nav artêşê rexne kir.

Ebdî got: "Rê û rêbaza banga Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ya li endamên hêzên me ku bi awayekî tekekesî tev li nav hêzên artêşa Rejîma Sûriyê bibin ne layiq e. Diviyabû wezaretê çarseriyek di çarçoveya pêşniyarên me de pêşkêş bikira yanî parastina taybetmendiya QSD`ê li herêmên ku lê hene ji bo ku bibe beşek ji pargala berevanî ya  Sûriyê."

(şx)

ANHA