‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger di merasîma oxirkirina şehîdan de li bajarê Qamişlo diyar kir ku komîteya destûrî ku nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê beşdarî wê nebin ew tu îtîrafê pê nakin ji ber ew armancên pêkhateyên gelê herêmê pêk nayne.

‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
‘Komîteya ku nûnerên herêmê beşdarî wê nebin em îtîrafê bi encamên wê nakin‘
30 cotmeh, 2019   12:07
QAMIŞlO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û cenzeyê şervanê QSD`ê Şevger Ehmed (Siyamend Qamişlo) ku 27`ê Cotmehê li bajarokê Zirganê şehîd bû û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Zekeriya Xelîl ku 26`ê Cotmehê li bajarê Qamişlo şehîd bû wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve çûn.

Di merasîmê de Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger wiha axivî:"Îro roja têkoşînê ye. Roja berxwedan, serhildan û serîhildana lidijî dewleta Tirk a dagirker û dîktetor e. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku em li ser xaka xwe ne û parastina rûmeta xwe dikin."

Zelal Ceger der barê komîteya destûrî de got komîteya ku nûnerên gelê Bakurê û Rojhilatê Sûriyê tev lê nebin tu îtîrafê bê encamên wê nakin ji ber armancên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk nayne.

Birayê şehîd Şevger, Kanîwar Ehmed jî wiha got:"Em soza xwe li pêşiya gel nû dikin ku mademî şexsek di malbata me de heye em ê ji bo xaka Rojava canê xwe feda bikin."

Paşê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs nasnameya şervana YPJ`ê Sîma Al Sodî (Dilvîn Qamişlo) ku 11`ê Cotmehê li Serêkaniyê di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Cebhet El-Nusra, şehîd bû, eşkere kir.

Di dawiyê de cenazeyê her du şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyên şehîd namirin de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA