Jinên Êzidî: Dewleta Tirk dixwaze gelên herêmê qir bike

Jinên Êzidî yên herêma Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne û xwe li Şehbayê bi cih kirine gotin dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze kurdan qir bike û projeya netewa demokratîk têk bibe.

Jinên Êzidî: Dewleta Tirk dixwaze gelên herêmê qir bike
30 cotmeh, 2019   10:17
ŞEHBA – HENAN MIHEMED

Jinên Êzidî yên kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got armanca dewleta Tirk komkujî û fermanan li dijî kurdan pêk bîne.

Welatiya bi navê Meryem Cindo êrîşên dewleta Tirk a dagirekr li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got armanca wan ku kurdan qir bike û bi taybet civaka Êzidî û ev tişt got:"Di êrîşên li dijî Efrînê, dewleta Tirk sûcên li dijî sivîl, cihên şûnwarî û olî pêk anî. Li pey xwe rûxandin û hilweşandin hişt. Niha jî di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman sînryo dûbare dike. Zarok û sivîlan bi çekên giran û yên qedexekirî, dikuje."

Meryem bang li civaka navdewletî kir û wiha anî ziman:"Em weke gelê Kurd û bi taybet civaka Êzidî mafên me hene ku em rêûresmên xwe û çanda xwe pêk bînin."

Mediya Çawîş jî tekez kir ku armanca dewleta Tirk ku fermanan li dijî tevahî kurdan pêk bîne û diyar kir ku ew weke jin dê yekîtiya xwe ava bikin da ku hemû pilanên dewleta Tirk bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan, têk bibin.

Welatiya bi navê Nezhet Ebdo jî ev tişt bi lêv kir:"Ji destpêkê de dijminên mirovahiyê qirkirinên komî li dijî civaka Êzidî bikar tîne. Niha jî bi rêya çeteyên ku Serokê AKP`ê destek dide wan dixwaze heman fermanan dûbare bikin."

Nezhet destnîşan kir ku di êrîşên li dijî Efrînê dewleta Tirk a dagirker gundên Êzidîyan dikir hedef da ku çanda wan binpê bike û îradaya jinên azad bişkîne.

Nezhet diyar kir ku her ew çiqas rastî qirkirinan werin tu carî dev ji rûmeta xwe bernadin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Silav Seydo got bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan projeya netewa demokratîk li Rojava ava kir da ku aştiyê di navbera tevahî pêkhateyan de biçînin lê dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazî helw dide vê rojeyê têk bibe.

Hêvîn Îso hevjîna şehîd Cîger Seydo bang li rêxistinên peywenîdar û mirovî kir ku destwerdana lezgîn bike da rijandina xwîna sivîlan were sekinandin.

(bx)

ANHA