Hikmet Hebîb: Dê çawa destûra welêt bê nîqaşkirin û serdestiya wê rastî êrişên ji derve tê?

Hikmet Hebîb da zanîn ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe nadin encamên xebata komîteya destûrê ku dê îro li dar bikeve û pirsa çawaniya li darxistina mîna vê civînê, di demeke ku serdestiya Sûriyê rastî êrişên ji derve ji aliyê dewleta Tirkiyê tên.

Hikmet Hebîb: Dê çawa destûra welêt bê nîqaşkirin û serdestiya wê rastî êrişên ji derve tê?
30 cotmeh, 2019   10:04
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Îro yekemîn civînên bi navê komîteya destûrê ya bi garantiya Astana "Rûsya, Tirkiyê û Îranê" li bajarê Cinêvê ya Siwîsera destpê kir.

Der barê mijarê, Cîgirê Seroka Desteya Rêveber ê MSD`ê Hikmet Hebîb da zanîn ku ew di Rêveberiya Xweser û MSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe nadin encama xebata vê komîteyê ku dê îro bê lidar xistin, ji ber duh kesayetên tê de beşdar jê vekişiyan û nakokiyên wê.

Hebîb got ku dewletên navê garantor nav dikin mîna Tirkiyê û Îranê zext û bandorê li komîteyê dikin, rejîm jî îsrar dike ku destûra niha nîqaş bike û hin bendên wê biguhere, di demeke ku kesên navê "Opozisyonê" li xwe dikin vê pêşinyarê red dikin, ji ber ku rê ji berfirehiya erkên serokê komarê re vedike.

Her wiha Hebîb diyar kir ku encamên civîna komîteyê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne derbasdar e, ji ber ne amadebûna nûnerê zêdetirî 5 milyon gelê Sûriyê ye.

Hebîb destnîşan kir ku civaka navneteweyî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ne cidî ye, ji ber hêzên aktîf li ser redê ne amade ne, dê ev civîn mîna hevdîtinên Astana û Cinêvê be û tu encamên cidî û rast dernexe.

Di dawiyê de Hikmet Hebîb pirsa çawaniya lidarxistina civîna komîteya destûrê kir, di demeke ku serdestiya Sûriyê rastî êrişên ji derve ji aliyê dewleta Tirkiyê û taybet ku garantor û beşdarên di civînê de banga parastina wan li ser xak û serdesteiya Sûriya serbixwe dikin.

(jo)

ANHA