Bi dîmen.. dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên şêniyan didizin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusra mal û milkên şêniyên li Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê dizîn û talan kirin.

Bi dîmen.. dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên şêniyan didizin
30 cotmeh, 2019   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ajansa me ANHA’yê wêneyên sepandî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê mal û milkên şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê didizin, belav kirin.

Di dîmenên vê nûçeyê de ku kamîreyên çavdêriyê derxistine,  diyar dibe ku çawa leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê deriyên dikanên bazirganiyê yên nêzî gundê El-Esediyê yê di navbera navçeya Dirbêsiyê û bajarê Serêkaniyê de dişkînin û kelûpelên di hundirê dikanan didizin û talan dikin.

ANHA