Şêniyên Efrînê: Rûsya berpirsê koçberkirina me ye

Şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûn gotin, Rûsya berpirsê koçberkirina bi hezarên şêniyan e. Ji ber ku destek da dewleta Tirk ku Efrînê dagir bike û bang li Rûsya kir ku helwesteke zelal bistîne û nebe piştgirê parçekirina xaka Sûriyê.

Şêniyên Efrînê: Rûsya berpirsê koçberkirina me ye
30 cotmeh, 2019   11:19
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ajansa me ANHA’yê nêrînên çend şêniyên Efrînê yên ku duh li pêşiya barageha Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê portosto kiribûn, wergirtin. Di vê çarçoveyê de dayika Afît Akaş banga vegera li welatê xwe kir û wiha anî ziman: "Em li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyê li dar dixin û banga rizgarkirina Efrînê dikin. Her wiha jî me dît ku çawa hikumeta Rûsyayê piştevaniya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ya dagirkirina Efrînê, kir û niha jî dema ku me çalakî li pêş baregehê li dar xistiyê, serbazên Rûsyayê ji bargehê revîn, da ku nameya derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê radest nekin."

Dayika Afît piştrast kir ku Rûsya û hemû rêxistinên navdewletî ji binpêkirinên artêşa Tirk û sûcên der heqên gelê Efrînê de, çavên xwe girtine.

Şêniyê bi navê Hesen Belko jî axivî û got: "Bi sedema  êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, koçî kantona Şehbayê bûn. Li vir jî em  astên çalakî û xwepêşandanên xwe li hember baregehên Rûsyayê heta pêkanîna daxwazên rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyan bilidin dikin."

Belko diyar kir ku wan gelek nameyên der barê dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê re, radestî Rûsyayê kirine. Lê belê Rûsya tu bertekan nîşan nade.

Hesen Belko di dawiya axaftina xwe de wiha got, Rûsya berpirsê parçekirin û komkujiyên li Sûriyê ye, nexasim der heqê gelê Kurd de. Her wiha ji ber rê ji dewleta Tirk a dagirker re vekir ku Efrîn û herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Dayika bi navê Şadiya Necar jî axivî û anî ziman ku, Rûsya kiryarên artêşa Tirk li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dike û artêşa Tirk mal û milkên şêniyên Efrînê talan dike, darên zeytûnan dibire, zarokan bi çekên qedexekirî qetil dike.

Şadiya Necar di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên qaşo parastina mafên mirovan kir ku yekser komkujî û kiryarên artêşa Tirk ên der heqê gelên Sûriyê û herêmên dagirkirî de rawestînin.

(eh)

ANHA