Berdevkê eşîra Begara: Em hebûna dewleta Tirk a dagirker red dikin

Şêx û berdevkê eşîra Begara ya Çiyayê Kezwanê îşaret pê kir dijminatiya dewleta Tirk red dikin û piştgiriya QSD’ê dikin. Di heman demê de, yek ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) diyar kir ku divê herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de be û hêzên dewleta Tirk an jî çeteyên wê tê de tune bin.

Berdevkê eşîra Begara: Em hebûna dewleta Tirk a dagirker red dikin
Berdevkê eşîra Begara: Em hebûna dewleta Tirk a dagirker red dikin
30 cotmeh, 2019   09:49
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Artêşa Tirk hewl dide xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çeteyên xwe yên sûrî yên ku tev li Cebheta El-Nusra û DAIŞ’ê bûne, dagir bike û tev li xaka dewleta Tirk bike.

Têkildarî mijarê berdevk û şêxê eşîra Begara ya Şedadê, Besam Celîş anî ziman ku êrişên artêşa Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û got: "Armanca êrişên Tirkiyê berfirehkirina serweriya xaka welatê wê ye. Her wiha jî hewl dide dîwarê parçekirinê wekî ku li Efrîn û Carablusa dagirkirî ava kiriye, li vir jî ava bike."

Besam Celîş bal kişand ser ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê red dikin û piştrast kir ku qebîle, eşîr û pêkhateyên herêmê li kêlek QSD’ê da ku dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin û wiha da zanîn: " Dewleta Tirk a dagirker bi hemû çekên pêşketî êriş kir, şênî ji malên wan neçarî koçberiyê kir û xêr û bêrên herêmê û milkiyên sivîlan talan kirin û dizîn."

Berdevkê eşîra Begara got ku ku eşîr hevpeymana ku di navbera QSD û hêzên rejîmê  pêk hatiye de, da ku rejîm bi erka xwe ya paratina sînor rabe, pêşwazî dikin.

Besam Celîş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Serkeftina ya QSD`ê ye û dê koçber di demke nêz de vegerin malên xwe."

Ji aliyê xwe ve jî rêveberê Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) yê navçeya Şedadê Mihêdî Dexîm wiha axivî: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya dagirkirina kampera sînor û xêzkirina nexşeyeke nû demografiya herêmê biguherîne. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bêdeng e. Her wiha dewleta Tirk dixwaze bi navê herêma ewle lê bin nav û sîfetekî nû DAIŞ vegerîne û zîndî bike."

Dexîm piştrast kir ku dewleta Tirk hemû bend û madeyên navdewletî yên parastina seweriya dewletên derdor binpê kirine. Ev jî nîşana hewldana dagirkeriyê ye û ew jî berovajî îdîakirina wê ya vegerandina li wê herêmê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Mihêdî Dexîm got, divê herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî ya ji hêl NY’yê û dewletên garantor de be û bêyî hebûna hêzên dewleta Tirk an jî çeteyên wê.

(eh)

ANHA