Şêniyên Dêrazorê: Êriş tê wateya vejandina DAIŞ`ê

Çalakiya konê şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ku duh li ber avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya bajarokê Kesratê destpê kirbû, bi dawî bû.

Şêniyên Dêrazorê: Êriş tê wateya vejandina DAIŞ`ê
29 cotmeh, 2019   18:11
DÊRAZORÊ

Di roja duwem a çalakiyên konê protestoyê de, bi dehan şêniyên herêmê, endamên komîteyan , saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û hejmarek şêx û rûspiyên êlên herêmê, beşdar bûn.

Beşdaran kiryarên faşîst ên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusrê şermezar kirin,  her wiha, diyar kirin ku şênî li ser helwesta xwe ne ya redkirina derbasbûna hêzên rejîma Sûriyê ji herêmên ku ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê . Li ser navê jinên Dêrazorê endamê rêveber a Mala Jinê Meryem El-Elî û zarokek axivîn.

Kesên axivîn gotin, Erdogan bi van kiryaran dixwaze DAIŞ‘ê zindî bike da ku welat dîsa wîran bike.

Axaftvanan balkişandin ser wê yekê ku, Tirkiyê dixwaze siyaseta li Efrînê pêk aniye li seranserî sînorê pêk bîne, demografiya herêmê biguhere û terorîstan ava bike da ku bi rêya wan armancên xwe pêk bîne.

Di dawiya çalakiyên konê protestoyê de, daxuyaniyek ji bo raya giştî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Dêrazorê Melak Ebdulkerîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di 9`ê Cotmehê Tirkiyê û çeteyên wê bi awaykî hovane û di nava bêdengiyeke cîhanî de ketin Bakurê Sûriyê û qetilkirin, rûxandin û derbiderbûn li paş xwe hîşt. Operasyona kaniya terorê, kuştina jin, zarok û pîr û kalan destpê kir. Ka mafê mirovan, mafê jinan û mafê zarokan, îro li kuderê dimînin.``

Daxuyaniyê wiha domand ku``Şêniyên me yên Bakur ne tenê bi çekên Erdogan têne qetilkirin, lê belê bi bêdengiya navdewletî jî , ev yek ji bo çiye?, Şêniyên Sûriyê çi kirine da ku bi vê hovîtiyê bêne qetikirin.``

(rr)

ANHA