Çalakiya efrîniyan a li ber avahiya Rûsyayê berdewam e

Bi sedan şêniyên Efrînê çalakiya protestoyî ya li ber avahiya hêzên Rûsyayê ya li gundê El-Wehşiye yê Şehbayê di roja sêyemîn de didomînin.  Şêniyan gotin ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta daxwazên wan bi cih werin.

Çalakiya efrîniyan a li ber avahiya Rûsyayê berdewam e
29 cotmeh, 2019   18:29
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin çalakiya protestoyî ya ku li ber avahiya hêzên Rûsyayê di roja sêyemîn de didomînin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rûspiyên êlên Ereb ên kantona Şehbayê tev li çalakiyê bûn.

Çalakvanan wêneyên şehîdan, sivîlên ku di encama topbaran Tirkiyê de li ser kantona Efrînê birîndar bûne, wêneyên têkoşerên Hêzên Sûriyê Demokratîk û wêneya şehîd Hevrîn Xelef hildan.  

Her wiha pankartên `Na ji Erdoganê sûcdar re`, `Na ji qirkirinê etnîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re `, `Em êrişên dewleta Tirk a kantona Efrînê şermezar dikin` û `Êdî bes e ji çewisandin û înkarkirina gelê Sûriyê re` hildan.

Şêniyan di nav sloganên rizgarkirina Efrînê de û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ji kolana sereke ya gundê Wehşiyê li Şehbayê meşiyan.

Meş li ber avahiya hêzên Rûsyayê ya li gund rawestî. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre şandeyek ku ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan pêk dihat berê xwe da avahiya hêzên Rûsyayê û behsa pêwîstiya derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji axa Sûriyê kirin.

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona EfrînêOsama Ehme daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, şerê Sûriyê piştî vekişîna Amerîkayê û êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Cizîrê, derbasî pêvajoyek nû û ji ya berê xetertir. Rûsyayê jî helwesta xwe xurt dike û rê dide Tirkiyê ji bo ku qada dagirkeriya xwe fireh bike.

Di nav daxuyaniyê de yekitiyê destnîşan kir ku Rûsyayê bi rêya lihevkirinên ne rewa bi osmaniyên nû re li ser hesabê yekitiya axa Sûriyê, serxwebûn û serdestiyê wê şaştiyek dîrokî dike.

Yekitiyê destnîşan kir ku wek rewşenbîr ew bi vegera rola Rûsyayê ya erênî û piştgerê yekitiya axa Sûriyê û serxwebûna wê bawer in. Her wiha balkişand ser rastiya Tirkiyê ya tarî ya ku êdî li pêşiya cîhanê eşkere bûye, ku hîna desteka terorê dike û hewl dide her derfetekê bi kar bîne ji bo ku ji nû ve vejîne.

Yekitiyê di daxyaniyê bang li Rûsya kir rola xwe ya bingehîn, erênî û çalak di rûniştandina aştiyê û ewlehiyê de li Sûriyê bi giştî û herêmên kurdî bi taybet pêk bîne.

Yekitiyê bang li cîhana azad kir ku girtekên pêwîst ji bo bidawîkirina dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re û berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê bigirin.

Şandeyê piştî ku lîsteya daxwazên xwe di nav de derxistina Tirkiyê ji axa Sûriyê radestî navendê kirin, derketin.

(şx)

ANHA