Ji bo koçberên Girê Spî amadekariya vekirina kampekê ji koçberan re tê kirin

Meclisa Kantona Girê Spî got, xebata vekirina kampekekê ji şêniyên Girê Spî û gundewarên wê re ku ji ber êrişên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûne, dike.

Ji bo koçberên Girê Spî amadekariya vekirina kampekê ji koçberan re tê kirin
29 cotmeh, 2019   15:19
GIRÊ SPÎ

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 9`ê Cotmehê de li dijî kantona Girê Spî ku pêk hatine, bi hezaran malbat ji ber topbarana bêserûber neçarî koçberiyê bûn û berê xwe da Tebqa û Reqayê.

Meclisa Kantona Girê Spî pêwîstî bi vekirina kampeke taybet a koçberên Girê Spî dît. Ji lewre 2 hektar ji erdê li navçeya Til El-Semin a 30 km dikeve başur rojhilatê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî, diyar kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl got: "Bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji erd diyar kir, da ku kampeke ji koçberên bajarê Girê Spî û gundewarên wê re ku li Tebqa û Reqa belav bûne, ava bikin û alîkariya madî û manewî bidin wan.”

Hêvîn diyar kir ku li gor serjimariya li gel wan ku hezar û 700 malbatên koçberî Reqayê bûne, hene. 

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl piştrast kir ku dê di zûtirîn dem de û beriya demsala zivistanê dest bi avakirina kampê bikin û her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya wan di avakirina kampê de û bichkirina koçberan de, bike.

(bx)

ANHA