Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin

Zanîngeha Kobanê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û boykotkirina kelûpelên Tirkiyê daxuyaniyek dan.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin
29 cotmeh, 2019   15:17
KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û boykutkirina kelûbelên Tirkiyê Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya zanîngehê hate dayîn û ji aliyê Berdevka Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Yesmîn Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hebûna gelê me ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ji El-Qayîde û DAIŞ`ê û bi piştgiriya Amerîka ve rastî êrişeke metirsîdar hatiye.

Li Rojava faşîzma Tirk hemû hêzên xwe yên leşkerî, aborî û siyasî li hember gelê me bikar tîne, bi tang, top û bombeyên fesforî û kîmyawî êrişî gelê sivîl dike. Bi navê ol û bi navê ( Elaho Ekber) faşîzma Tirk û çeteyê wê serê zarok û mirovên me jêdikin û li Tirkiyê jî bi dehan mirovî û ji bo axaftina bi zimanê kurdî ji aliyê faşîstan rastî êşkence û kuştinê tên. Ev êriş xuya ye ku derî li ber komkujiyê vedike û tunekirina gelê me armanc dike. Li hember vê êrişa bêbext em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng namînin û bi her awayî em piştgiriya şervanên xwe dikin, bi hemû hêzên xwe têkoşîn dikin ta ku xaka Rojava û rûmeta gelê xwe biparêzin.

Hemû rayedar, oldar, karmend, werzîşvan, akademisyen û bazirganên nijadperest û faşîstên Tirk, weke civakeke faşîst destek dan vê êrişa hovan e û silava leşkerî şandin ji vê operasyonê re.

Barê madî yê vê şerî ji piştgiriya dewletên paşverû û piştvanên terorê, weke Qeter û ji torîzmê û ji bazirganiyê digre.

Gelê me yê welatparêz li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û dostên me li cîhanê ji bo zuhakirina çavkaniyên vî şerî xebateke pîroz bi boykotkirina kirîna berhemên Tirkiyê û çûyîna Tirkiyê dane destpêkirin û encamên baş bi dest xistin.

Li ser vî esasî, em gelê xwe li Başûr û Rojhilatê Sûriyê û dostên xwe yên azadîxwaz spas dikin.

Em jî weke Zanîngeha Kobanê tevlî vê kampanya boykotkirinê dibin û bang li gelê xwe dikin ku bi giştî kirîna tiştên Tirkan boykot bikin û bidin sekanandin.

Her lîreyeke diçe hesabê Tirkiyê weke bombeyeke fesforî li ser zarokên me vedigre!

Divê di her kêliyeke kirînê de em kuştina zarokên xwe bînin bîra xwe.

Hemû tiştên Tirkiyê ku derbasî Sûriyê dibin pereyên gomrokên wan diçin berîkên DAIŞ û çeteyên ku gelê me qir dikin.

Di demekê de, berxwedaneke mezin li hember dijmin heye, nabe ku kirîn û firotinên me têkevin xizmeta dijmin.

Li ser wî bingekî em di serî de bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku hemû awayan dijmin boykut bikin û bandora dijmin ji nav jiyan, aborî û çanda xwe bavêjin.

Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku pêşiya hatina tiştên Tirkiyê ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê bigirin û di vî derbarî de tedbîrên pêwîst li gomrikan werin girtin.

Her wiha em bang li sazî û rêxistinên xwe dikin ku tevlî bangwaziya me ya boykotkirinê bibin.

Em bang li bazirganên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hemû bazirganiyên xwe bi Tirkan re rawestînin.

 Em di wê baweriyê de ne ku vê xebatê me em ê roleke berçav di vê berxwedanê de bilîzin.

-Bazgiraniya Tirkan bazirganiya qirkirinê ye.

- Bi pereyên xwe faşîzmê xurt nekin!

- Berhemên Tirkan bêhna xwînê jê tê!

Piştê daxuyanî bidawî bû, xwendekarên zanîngehê  ji avahiya zanîngehê heta daketina bajêr meşiyan û belavokên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê û kelûpelên Tirkiyê re" belav kirin.

ANHA