Mijarên rojnameyên erebî-29 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara kuştina lîderê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û gumanên der barê rola Tirkiyê de, her wiha mijara civîna komîteya destûra Sûriyê, xwepêşandanên li Iraqê û Lûbnanê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî-29 Cotmeh
29 cotmeh, 2019   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Istixbarata Tirkiyê hewl dide têkiliyên bi El-Bexdadî re veşêre .. lewma dest bi girtinan kir

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî: "Tirkiyê hewl dide mijara kuştina lîderê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî bipêçe, lewma dest bi girtia hin endamên biyanî kir, hewl dide bide xuyakirin ku Enqerê jî hevparê şerê li dijî terorê ye, her wiha pirs û gumanên derbarê ka El-Bexdadî çawa gihişte Idlibê jî belav bike, ku ew herêm di bin çavdêriya Tirkiyê de ye".

Ev pêngavên Enqerê, her wiha daxuyaniya serokê Amerîkayê Donald Trump ku behsa rola Tirkiyê nekir, li Tirkiyê gengeşî çê kiriye û êdî pirsa sedema hebûna lîderê DAIŞ`ê li wê herêma ku Tirkiyê lê ye derdikeve pêş. Ev yek tê wateya ku yan istixbarata wan qels e, yan jî Tirkiyê alîkarî daye ku E-Bexdadî derbasî Idlibê bibe, her du tişt jî dê berpirsyariyê bavêjin ser milê Tirkiyê.

Tirkiyê dibêje ku roleke wê ya girîng hebû di vê opersayonê de, lê li gorî daxuyaniyên serokê Amerîkayê tu roleke istixbaratî ya girîng nebû, tenê ji bo hin pêdiviyan hevkarî bi Tirkiyê re çê bû.

Eger Tirk bersiveke pêbawer nedin, dê têkiliyên wê bi Amerîkayê û hin dewletên Ewropayê mîna Almaniya û Fransayê re bihejin, ya herî girîng jî ku Rûsiya bê hevkariya bi Tirkiyê re di ber çavan re derbas bike hem di mijara herêmên bêçek hem jî mijara çareseriya dosyaya Sochi ya çareseriya aloziya Sûriyê.

Çavdêr dibêjin ku kuştina El-Bexdadî li Idlibê tê wateya ku Tirkiyê sozên der barê herêma bêçek de pêk ne anîn û mijara tunekirina terorê û belavkirina komên radîkal tenê soz in û nayên pêk anîn.

Şeriq El-Ewset: Garantorên Astanayê li Cinêv in, dixwazin pêşî li Sûriyê bigirin

Rojnameyê der barê amdekariyên civîna yekemîn a komîteya destûra Sûriyê de nivîsî: "Îro dê garantorên Astanayê, wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiyê û Îranê bighêjin Cinêvê da bi şandêrê navdewletî bo Sûriyê Gair Pedersen re bicivin, beriya civîna komîteya destûra Sûriyê, her sê alî dê hewl bibin ku pêşî li rola Sûriyê bigirin.

Pedersen berê garantorên Astanayê yên sereke û yên çavdêr jî Lûbnan, Urdun û Iraq, ne xwestibûn şahiya destpêkirina komîteya destûrê ku dê sibê li navenda NY`ê bête lidarxistin, wî dixwest diyar bike ku "Pêvajo milkê Sûriyan e û bi rêveberiya wan e û tu destwerdana derve tune ye".

Lê balkêş bû ku her sê wezîr dê îro bo çend saetan herin Cinêv, her wiha dixwazin bi tena xwe, bêyî nûnerên dewletên çavdêr bi Pedersen re bicivin.

El-Imarat Al-Yaum: 6 xwepêşandêr hatin kuştin.. şagirtên Iraqê kolanan dagir dikin

Der barê geşedan û xwepêşandanên Iraqê rojnameyê nivîsî: "Bi hezaran şagirt duh daketin kolanên bajarên Iraqê, ji Besrayê ta Bexdayê her wiha bajarên Nasiriyê û Dîwaniyê, durişmeyên "Dibistan tune ta ku rejîm hilweşe" qêriyan û guh nedan hişyariyên hikûmetê. Di roja çaremîn a xwepêşandanan li Bexdayê 6 xwepêşandêr hatin kuştin zêdeyî 100 jî birîndar bûn. Îraqî doza hilweşîna rejîmê dikin, desthilatdariyê jî li Bexdayê ji saat 12 şevê da 6`ê sibehê derketina derve qedexe kir.

Li Bexdayê hêzên ewlehiyê li derdora zanîngeha belav bû, piştî ku hêzên çekdar ragihandin ku ewên tedbîrên hişk girin. Paşê 6 xwepêşandêr hatin kuştin, berpirsên Îraqê diyar kirin ku xwepêşandêr di pevçûnên bi hêzên ewlekariyê de hatin kuştin".

El-Ereb: Berpirsên Lûbnanê xwepêşdêran bi hilweşîna aboriyê ditirsînin

Der barê geşedanên Lûbnanê rojnameyê nivîsî: "Daxuyaniyên hakimê banka navendî ya Lûbnanê Riyad Selam ên der barê rewşa aborî ya welêt, gelek pirs bi xwe  re anîn, da ka armanca wê tirsndina xwepêşandêran e da ku ji biryara xwe vegerin û tevgera xwe ya ku kete roja 13`mîn rawestînin.

Hakimê banka navendî ya Libnanê roja duşemê rêze daxuyaniyên balkêş dan, ji ajansa CNN ya Amerîkayê re got ku aboriya Lûbnanê dike di nava çend rojan de hilweşe eger xwepêşandan dewam bikin, lê paşê ji gotinên xwe vegeriya û got ku sernivîsa ku CNN`ê nivîsiye ne weke tiştên wî gotî ye".

Selam paşê ji Reutersê re got ku wî xwestiya bêje pêdiviya Lûbnanê bi çareseriya siyasî heye, da ku bawerî vegere û di demên pêş de aboriya welêt têk neçe".

(kn)