Çeteyan ew qetil kir û cenazeyê wî firotin malbatê!

Çeteyên artêşa Tirk birayê wî bi awayekî hovane qetil kir, dema cenazayê birayê xwe xwest, çeteyan li hemberî cenaze pere xwestin, neçar ma cenazayê birayê xwe kirî û li gorî rêûresmên olî veşart.

Çeteyan ew qetil kir û cenazeyê wî firotin malbatê!
29 cotmeh, 2019   08:18
HELEB-MIHEMED ABDO-ARIF SILÊMAN

 

Roj bi roj binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê têne zelalkirin, ji revandin, talankirin, qetilkirin û di xerabkirina cenazeyan.

Yek ji van çîrokan jî, çîroka welatiyê bi navê Fayîz Mihemed ku di sala1969`an li gundê Meyasa yê navçeya Şêrewayê ji dayîk bûye. Fayîz bavê 4 zarokan e, dema çeteyên artêşa Tirk ew revandin ew(44)salî bû.

Çîroka Fayîz ji dema çeteyan di 2012`an êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin, destpê kir, ji ber vê biryar da ku biçe gundê xwe yê girêdayî kantona Efrînê ye û parastina malbata xwe bike, lê belê ji ber girêdanê bi malbatê ve û xof û fikara bi ser mal û milkên xwe de ku talan nebe, li mala xwe vedigere, mal jî di bin destên çeteyan de ye û dikeve rojhilatî taxa Şêxmeqsûdê.

Fayîz dema Tîrmeha 2013`an gihaşt mala xwe, yekser hate revandin, sedema vê yekê jî berî her tiştî li kurdîtiya wî û li gundê wî ku nêzî bajarên Nubil û Zehra (Şiî)diket vedigeriya, her wiha bi îstixbarata rejîma Sûriyê ye û karê qaçaxçîtiyê dike û digihîne her bajarên nav borî ku wê demê ji aliyê çeteyan ve dorpêç kirîbûn.

Malbatê diyar kir ku Fayîz li dibistanekê binçav kirin û bi lingên wî 24 saetan bi ban ve girêdayî, bi hemû awayan ew îşkence dikin, ji lêdana bi dar bigire û heta şewatê. Paşê ev dibistan bû navenda kombûna çeteyan.

Fayîz ji ber lêdan û êşkenceyê jiyana xwe ji dest, lê belê hayê malbatê jê tune ye û ji ber vê yekê li vir digeriyan û li wir digeriyan, paşê hat naskirin ku ser destê komên çeteyan ku navê Ehrar Sûriyê li xwe kiribûn, hatiye qetilkirin û dema malbatê daxwaza cenazeya kurê xwe kirin, çeteyan beramberî radestkirina cenazeyê, 150 hezar leyreyên sûrî ji wan xwest.

Dema malbatê pere dan, çeteyan gotin, cenaze li bîreke li herêma Indan e, ji ber vê yekê malbatê berê xwe dan gundê Indan ê ku li bakurê gundewarên Helebê. Birayê Fayîz, Riyad Mihemed der barê mijarê got: “Me darbestek bi xwe re bir û çûn cihê ku çeteyan ji me re gotin, çeteyekî çû gorakkomî vekir, zêdetirî 500 cenze lê kom kiribûn.”

Riyad wiha axaftina xwe dewam kir: “Çeteyê bi me re hat, cenaze ji gorê derdixistin û ji me re digotin, gelo ev ew e? Hin Cenaze parçe parçe bûbûn, hin jî bûbûn qirik, her wiha hin ji ber êşkenceyê nepixîbûn, me her hewl dida birayê xwe nas bikin, heta ku me ji cilên ku li ber xwe kiribûn, nas kir, ji ber êdî rûyê wî ji îşkenceyê nehat naskirin, paşê ji pişkinîna diranan wî me piştrast kir, ku ew e.”

Piştî malbatê 150 hezar lîryên Sûriyê dan, çeteyan cenaze dan malbatê û piştre li gorî rêûresmên ola islamê hate veşartin.

Birayê Fayîz wiha çîroka birayê xwe bi dawî kir: “ Ez nizanim ola wan çi ye, lê belê ji ber rûmeta xwe difiroşin, ez zanim ne misilman in û tenê kolê perayan.

(eh)

ANHA