Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava

24 konvoyên alîkariyên mirovî ku xelk û rêxistinên bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberên Rojava kom kiribûn, îro di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava
Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava
Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava
Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava
Ji bajarê Silêmaniyê alîkarî gihaşt Rojava
26 cotmeh, 2019   15:09
QAMIŞLO

Saziyên xêrxwaziyê yên bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi hevkariya gel kampaniyeke bi dirûşma "Em hemû Rojava ne" organîze kir. Armanca kampanyayê ew e ku alîkariyên mirovî ji bo xelkên Rojava yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, werin kom kirin.

Gelek rêxistinên mirovî yên sivîl û şêniyên bajarê Silêmaniyê û gundewarên wê û şirket beşdar bûn kampanyayê bûn.

Îro 24 konvoyên bi alîkariyên mirovî bar kiribû  di deriyê Sêmalka re gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Alîkarî ji madeyên xwarinê, nivîn, derman û şîrê zarokan pêk tê.

Alîkarî bi hevkariya aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê belav kirin.

Tê payîn ku sibe di çarçoveya heman kampanyayê de konvoyeke din a alîkariyan bigihêje Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

ANHA