Çeteyên artêşa dagirker li gundê Evdiko derbên giran xwarin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwestin bi erebeyekê êrişî şervanên QSD‘ê yên li gundê Evdiko yê Girê Spî bikin. Şervanan erebe teqandin, hejmareke çete hatin kuştin.

Çeteyên artêşa dagirker li gundê Evdiko derbên giran xwarin
26 cotmeh, 2019   15:01
GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê agirbestê binpê dikin û êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin.

Dagirkeran bi erebeyekê xwestin êrişî şervanan ên li eniyê gundê Evdiko yê Girê Spî bikin. Li ser bersivdayîna şervanan erebe hate teqandin, gelek kuştî û birîndaran çeteyan çêbûn û hejmarek jî ji gund reviyan.

ANHA