Ji Artêşa Azad a Sûriyê ber bi Artêşa Millî ya Sûriyê ve…

Artêşa Azad a Sûriyê ku dema şerê navxweyî yê Sûriyê di 2011’an de dest pê kir hat avakirin û ji milîsên çekdar ava pêk tê. Artêşa Azad ya ku bi tevlêbûna rêxistinên mîna El Nusra û El Qaîde mezin bûye, civînên koordînasyona navendî li Hatay û Dîlokê  li dar xistin. Artêşa Azad a Sûriyê li Tirkiyê hate perwerdekirin û civînên xwe yên girîng li dewleta Tirk organîze kirin. Piştî demekê hemû welatên din piştevaniya Artêşa Azad rawestand.

Ji Artêşa Azad a Sûriyê ber bi Artêşa Millî ya Sûriyê ve…
26 cotmeh, 2019   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Azad a ku Tirkiyê wan perwerde dike, mûçeyan dide û êdî bûne leşkerî bi pere şer dikin. Di dema dagirkirina Efrînê de rola Artêşa Azad a sereke bû û gelek sûcên şer û dermirovî pêk anîn. Di nav van sûcan de ku di raporên NY’yê de hatin xuyakirin, sûcên şer ên mîna komkujiyên li dijî sivîlan, koçberkirin, wêrankirina cihên dîrokî, talankirin, desteserkirina mal û milkiyên şêniyan, revandin, kuştin, fîdye, destdirêjî û tecawîz hene.

Di nav Artêşa Azad de komên Îxwan hene. Di nava Artêşa Azad de jî ketîbeyên cuda hene û baweriya hemûyan nêzî hev in. Di şerê navxweyî yê Sûriyê de Elewî, Xiristiyan û Kurd bûne hedefa van çeteyan.

Sûcên Artêşa Azad a Sûriyê

Komkujiya Kesebê:

Keseb ji nav axa Sûriyê yek ji jînegeha mezin a Ermenan e. Li gel ku pir nêzî sînorê Tirkiyê ye jî û nêzî deryaya Spî ye, bûye cihekî stratejîk. Piranî şêniyên bajarê Kesebê Elewî ne. Li gor îdaîya rejîma Esed, çeteyên Artêşa Azad di ser sînorê dewleta Tirk re derbasî herêmê bûn, êriş pêk anî û di 21-22’ê Adarê de dagir kir. 190 Elewî li Kesebê ji hêla Artêşa Azad ve hatin kuştin. Ermenên ku bajarok bernedabûn gotin, ên ku komkujî pêk anîne piraniya wan bi zimanê tirkî diaxivîn.

Komkujiya Hama-Zara:

Di Gulana 2016’an de Ehrar El-Şam û çeteyên din ên Artêşa Azad êrişî gundê Zara yê Hemayê ku piraniya şêniyên wê Ewleî ne, kir. Gundî li meydanekê kom kir û dan ber guleyan. Piranî ji wan zarok û jin bûn û nêzî q20 sivîl di heman demê de hatin kuştin. Di êrişa li dijî gundê Zara de ku wek "komkujiya Helebê" tê zanîn, serçeteyên Artêşa Azad dîmenên komkujiyê par ve kiribûn û her wiha jî tê de gef li gundên Elewî yên dîtir dixwarin ku dê heman komkujiyê bi serê wan de jî pêk bînin. Di komkujiyê de rola sereke a Ehrar El-Şam û togaya Ehil El-Sune hebû.

Artêşa Millî ji çend kesan pêk tê? Kî wan bi rê ve dibe?

Artêşa Millî ya Sûriyê ku 4’ê Cotmeha 2019’an li gel ketîbeyên dîtir ên Artêşa Azad di amadekariya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li ser sînor bûn. heman artêş di êrişên li dijî kantona Efrînê de jî hebûn û sûcên şer pêk dianîn û niha jî heman sûcan pêk tînin. Ev artrêş bi hemû hovîtiyê şer dikin. Tu qanûnên mirovahî û exlaqî nizan in. Bi her hovîtiya xwe Jina siyasetmedar a kurd Hevrîn Xelef kuşt û dîmena terorîtiya xwe bi rihetî û kêfxweşî belav kirin.

Artêşa Millî ya Sûriyê ji biçûk û mezin ketîbeyên xwe ji 200 zêdetir in. Ji hêla dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û piştevaniya darayî û çekan dike.

Serkêşê Artêşa Millî ya Sûriyê Selîm Idrîs e. Di destpêka aloziya Sûriyê de fermandarê Artêşa Azad ê Sûriyê bû û bi Enqereyê re têkildar bû. Selîm Idrîs fermandarê 10-70 hezar kesî ye. Niha tê gotin 3 hezar çete li qadê ne. Heke dagirkerî berfireh bibe û dem dirêj bibe dê çeteyên din jî bi tev li êrişan bibin.

Artêşa Millî ya Sûriyê (MSO ) ji çeteyên mîna Lîwa Siqûr El Şimal, Ehrar El-Şarqiyê, Ceyş El Nuxba, Ehrar El-Şam, Sultan Silêman Şah, Sultan Mehmet Fatîh, Tûgaya El-Weqas , Nuredîn Zenkî, Tîmên Hamza, Tugaya Sultan Murad, Feyleq El-Şam, Lîwa El-Fatih, Tugaya Sermerqend , Tîmên 13’an, 23’yan, Tîmên 9’an, Fûca El-Mustefa, Lîwa El-Ehwal El-Mexawîr, Tûgaya Muntasir Bîllah, Fedtakim Kema Umirt, Ceyş El-Îslam, Lîwa Sultan Osman, Rîjal El-Harb, Lîwa El-Şîmal, Alaya 5’an. Cebhe El-Şamîye, Fiqet El-Mutasım, Ceyş El- Şarqiyê, Sîwar El-Cezîrê, Tûgaya 51’an, Firqet El-Şîmal, Ceyş El- Ehrar, Cebhet El-Nusra, pêk tên.

Li gel van komên Artêşa Azad, Mertala Firatê yên li Heleb, Efrînê û Idlib heye û di nava Artêşa Millî de dixebitin.

Rêxistinên Artêşa Azad yên li Heleb-Efrîn û Kalkana Firatê ev in:

Ecnad El-Şam, Ceyş El-Nuxbe, Ceyş El-Fehid, Lîwa Semerqend, Lîwa El-Muntasir Bîllah, Lîwa Sultan Muhammed Fatîh, Firqet El-Hamza, Lîwa El-Mutasım, Cebhe El-Şamiyê, Lîwa Asîfet El-Şîmal, Ehrar El-Şam, Ceyş El-Şîmal, Tecamu Festakim, (Meclîsa Leşkerî ya Mare) , Ehrar El-Şerqiyê, Ehrar El-Diyar, Lîwa El_Tasî, Lîwa Ehfad Salahedîn, Lîwa Meşal Temo

Komên li Idlibê yên ku tev li Cebheta El-Weteniyê ya Tehrîr in, ev in:

Feylaq El-Şam, Artêşa Azad a Sûriyê(Ceyş Idlib El-Hur), 1. Tîmên Sahil(Fiqet El-Sahiliyê El-Ole), 2. Tîmên Sahil(Firqet El-Sahiliyê El-Sanî). 1 Tîmên Bejahî(Firqet El-Muşat El-Ole), Tevgera Ehrar El-Şam, Ceyş Ehrar Siqor El-Şam, Tecamu Dîmeşq, Ceyş El-Nasir, Ceyş El-Nuxbe, Ecyş El_sanî, Lîwa Şuhada El-Îslam Fî Deraa, Lîwa Ehrar El-Huriyê û Tîmên 23’yna(Firgeya 23’yan).

Agahî li ser hin komên li nava Aartêşa Niştimanî ya Sûriyeyê wiha ne:

Feyleq El-Şam: Li gel El Nûsra ya ku baskê El Qaîde yê li Sûriyê, li Îdlib û Helebê bi hev re êrişan pêk tînin. Gelek dîmanên ku bi xwe par ve kirien hene ku hovîtiya li kesên sivîl dikin. Di 2’yê Çileya 2016’an de ji Eniya Îslamî ya Feteh ku El-Nûsra xwe jê vekişandiye her çendê cuda jî bûbe, li gel gelek hevparên vê bi hev re gelek êriş pêk anîne. Yek ji rêxistinên rasterast Erebistana Siûdî wan fînase dike û berovajî hevparên Eniya Îslamî tev li Konferansa Riyadê bûn.

Tûgayên Nûredîn El-Zenkî: Di dawiya sala 2011’an de ji aliyê Şêx Tewfîq Şehabedîn li Şêx Selman a dikeve bakurê rojavayê Helebê hat avakirin. Piraniya çeteyên wê ji Tirkmenên Sûriyeyî û ji Asyaya Navîn in û Tirkiyê hin çeteyên biyanî derbas nav bûn. Tevgera Nûredîn Zenkî di Tîrmeha 2012’an û vir ve di şerê Helebê de bi aktîf cih girt. Ji sala 2014’an û vir ve li Eniya Şamiyê dibe yek ji hevparên wê jî û dema bê xwestin jî serbixwe jî tev digere. Di nava bernameya perwerdeya muxalîf ên ilimli yên DYE’yê de ji CIA’yê alîkariya madî girtine. Bi îdîaya endamê Tûgaya El-Quds a li Sûriyeyê li gel rejîma Esed şer dikin. Her wiha yên li Helebê serê zarokekî Filistînî jêkiribûn girêdayî Tûgaya Nûredîn Zenkî bûn.. Piştî vê hovîtiyê û şûnde DYE’yê û rêxistinên din ên Rojavayî têkiliyên xwe yên bi vê rêxistinê re qut kirin.

Tûgayên Sûltan Mûrat:

Rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve tên fînansekirin. Rûs û rejîma Esed diyar kir ku di nava vê komê de leşkerên artêşa Tirk ên fermî jî hene. Ji Tirkiyeyê, ji rêxistinên olî û nîjatperest tev li Tûgaya Sûltan Mûrat bûn. Piştî xistina balafira Rûsya û şûnde, dîsa kuştina pîlotê xwe bi perajotê avêtî, hatibû diyarkirin ku yekîneyeke girêdayî vê tugayê bûn.

Ehrar El- Şam:

Bi navê niha Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) a Nûsra ku girêdayî El Qaîdê ye tê nasîn. Her çendî bê îdîdakirin ku Ehrar El-Şam têkiliya xwe bi Nûsra re qut kiribe jî, di demê borî de li gelek cihan bi hev re tevgerîn e. HTŞ alîkariyeke çekî ya mezin ji Tirkiye û Rojavayiyan girtiye. Piştî îlankirina HTŞ’ê ya weke rêxitineke ya terorê û şûnde, nuqteya derbasbûna Cîlbegozu/Bab-El Hawa ku di bin kontrola Nûsra de ye, ji Kanûna 2013’an û vir ve radestî Ehrar El-Şam kir. Bi vî rengî di ser deriyê sînor ê Cîlvegozu veguhestina çek û şervanan ji vê rêxistinê re heta roja îro dewam dike. Di serî de gundên Elewî û gelek sivîl ji cih û warên wan kirine û ew qetil kirin. Dewleta Tirk yekser piştevaniya Eniya Îslamî dike ku bi koordînasyona Ehrar El- Şam re tev digerin. Piştî ku Eniya Îslamî hate betalkirin û li şûna wê Artêşa Niştimanî hate avakirin, Erhrar El-Şam bû parçeyek ji vê artêşê. HTŞ ji ber têkiliya wê ya rasterast a bi El-Qaîdê re tevlî vê pêkhateyê nebû yan jî nehate kirin.

ANHA