Şêniyên Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Seîd El-Mişal (Îhab Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê, oxir kir.

Şêniyên Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Hesekê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
26 cotmeh, 2019   14:07
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şervanê QSD`ê Seîd El-Mişal ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya bajarê Hesekê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve destpê kir. Paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewa Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Rewa got şehîd ji bo parastina rûmetê û xaka welatê xwe canê xwe feda dikin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehemed ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat oxikirin.

(bx)

ANHA