Mijarên rojnameyên erebî – 26 Cotmeh

 Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên dosyaya Sûriyê de nivîsî, her wiha geşedan û xwepêşandanên li Iraq û Lûbnanê û rewşa Lîbyayê jî ketin rojeva çapemeniya erebî.

Mijarên rojnameyên erebî – 26 Cotmeh
26 cotmeh, 2019   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeriq El-Ewset: Amerîka û Rûsya hêzên xwe dikşînin Rojhilatê Sûriyê, Kurd jî ji bo çavdêriya agirbestê doza “hêzên navdewletî”dikin

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê nivîsî, der barê mijarê rojnameya Şeriq El-Ewset nivîsî: “Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku wê hebûna xwe ya leşkerî li Bakur Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastiNa zeviyên petrolê, bihêz kiriye, di heman demê de Rûsyayê 300 endamên polîsên leşkerî rêkirin rojhilatê Firatê ji bo pêkanîna lihevhatina Moskova û Enqerê.”

Berpirsekî Pentagonê diyar kir ku Amerîka dê bi hevparên xwe yên Hêzên Sûriy Demokratîk re baregehên xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihêz bike, dê hêzên leşkerî rêke wan deveran ji bo ku zeviyên petrolê nekevin destên rêxistina (DAIŞ)`ê, yan destên hin aliyên ku aramiyê xerab bikin.”

Li aliyekî din hêzên Rûsyayê li herêmên bakur ên nêzî sînorên Tirkiyê dewriyeyan digerîne, hêzên Rûsyayê li herêma Amûdê du maşînên ku ala Rûsyayê li ser bûn gerandin.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew piştgiriya pêşniyara Almaniya ya hinartina hêzên navdewletî bo parastina “herêma ewle” û şopandina agirbestê, dikin.

El-Beyan: Artêşa Lîbyayê herêmên başûrê Trablusê xistin bin destên xwe

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Duh li derverên cuda yê derdora Terabûlsê şer dewam kir, togaya 73 ya hêzên leşkerî yên Lîbyayê bêrîka dawî ya herêma El-Ehya ya başûrê paytext Terabûlsê xistin bin destên xwe û ragihand ku herêm bi tevahî ewle ye.”

Çavkaniyên leşkerî ji El-Beyan re diyar kirin ku artêşa Lîbyayê kete hin deverên ku berê lingên şervanên wê negihiştibû wir, ew asta pêşketina artêşê nîşan dide, her wiha milîsên ku derbeyên giran dixwin xwe paş de dikşînin.

Artêşa Lîbyayê gelek hêz birin qadên şer ku zû têkevin cenga dawî. Li aliyekî din çavkaniyan diyar kirin ku milîsên çekdar û komên terorîst pir qels bûne, piştî ku hêzên asmanî asmnên rojava yên paytextê girtin.

El-Imarat El-Yaum: Di xwepêşandanên Iraqê de 27 kuştî.. li 6 parêzgehan qedexeya derketinê

Der barê geşedanên li Iraqê rojnameyê nivîsî: “Duh hijmara kuştiyên xwepêşandanên Iraqê gihişte 27 kesan, piştî ku protestoyên gelêrî dîse destpê kirin û li bajarên başûr gur bûn, hikûmetê jî li 6 parêzgehan qedexeya derketinê ragihand.”

Nûnerê Alî Sistanî ku lêvegera bilind a Şîyên Iraqê ye, di nimêja înê de xwest ku her kes xwe ragire û tevlihevî çê nebe.”

Komîseriya Mafên Mirovan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku li tevahiya welêt 27 kes hatin kuştin û 2050 jî birîndar bûn.”

Şeriq El-Ewset: Li dijî gendeliyê serhildan… li Lûbnanê nîşanê pevçûnan

Der barê mijarê rojnameya Şeriq El-Ewset nivîsî: “Hizbullah bi hêz kete xeta xwepêşandanan, bi dehan alîgirên partiyê bi pilan êrîşî xwepêşandêrên qada Riyad Alsulih ya navenda Beyrûtê kirin, di encamê de hin xwepêşandêr û hin endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.”

Rojanameyê her wiha nivîsî: “Êrîşa alîgirên Hizbullahê piştî axaftina Sekreterê Giştî Hesen Nesrullah, bi saatekê pêk hat, Nesrullah hin balyozxaneyên derve bi piştîgiriya protestoyan tewanbar kirin, her wiha hilweşandina hikûmetê nepejirand.

Piştî axaftina Nesrullah, serokê Hikûmetê Saad El-Herîrî çû koşka Biabda û li wir bi serokê komarê Mîşel Ewn re civiya lê tu daxuyanî nedan. Serokwezîr her li ser helwesta xwe ye ku xwepêşandanan bi tundiyê belav neke, got ku pirsgirêk pêwîst e bi awayên siyasî were çareserkirin, pêwîst e di hikûmetên de hin guherîn bêne kirin.

Li gorî çavkaniyan El-Herîrî du pijarteyên çareseriyê pêşkên kirine, lê nehatine pejirandin, yek ew e ku guhrîneke bingehîn û bi bandor di hikûmetê de were kirin, ku ew amade ye wezîrên xwe biguherîne, yan jî hikûmet istifa bike, hikûmeteke biçûk di nava 48 saetan de were avakirin.”

(kn)