Hafiz Ebû Seda: Êrişên Tirkiyê sûcên şer in

Endamê Meclisa Sekretên Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan Dr. Hafiz Ebû Seda piştrast kir ku binpêkirinên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin belgekirin, dikevin nava sûcên şer.

Hafiz Ebû Seda: Êrişên Tirkiyê sûcên şer in
26 cotmeh, 2019   08:24
NAVENDA NÛÇEAN – YAHIYA EL-HEBÎB

Rêxistin û desteyên herêmî û navdewletî kiryar, binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, belge kirin. Di vê derbarê de Endamê Meclisa Sekretêrên Rêxistina Ereb a Mafên Mirovan Dr. Hafiz Ebû Seda ji ajansa me ANHA`yê re, axivî.

Ebû Seda di axafina xwe de wiha got:"Êrişên Tirkiyê yên li Bakurê Sûriyê binpekirineke mezin ji zagonên navdewletî re ne. Ji ber dikeve nava sûcên dijminatî li ser dewleteke xwedî serwer."

Der barê binpêkirinên dewleta Tirk Ebû Seda ev tişt got: "Binpêkirinên sûcên şer ên hêzên dewleta Tirk û milisên wê ji kuştina sivîlan, dorpêçkirina malên şêniyan ji hêla leşkerî ve û kuştina meydanî ya bi armanca xistina xof û tirsê di nava şêniyan de û her wiha jî koçberkirina bi darê zorê da ku guhartina demografiya herêmê li ser sînor pêk bîne ku xebateke derqanûnî ye, hatin belgekirin."

Der barê bergirêyên ku divê werin girtin Hafiz Ebû Seda wiha axivî:"Divê destpêkê civaka navdewletî serwerî û hakimiyetê li ser dewleta Tirk bike, da ku komkujiyên din li dijî gelên Sûriyê û kurdan pêk neyên. Her wiha divê NY`yê komîteke lêpirsînê der barê sûcên pêk hatine de ava bike û vê dosyayê ji dadgeha sûcên navdewletî re rake."

(bx)

ANHA