Hunermendên Kurd û akademîsyan li dijî dagirkeriyê bûn yek deng

Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên qirkirina nijadî ya Kurdistana Rojava, hunermendên Kurd ên li cîhanê tên nasîn bûn yek deng.

Hunermendên Kurd û akademîsyan li dijî dagirkeriyê bûn yek deng
Hunermendên Kurd û akademîsyan li dijî dagirkeriyê bûn yek deng
Hunermendên Kurd û akademîsyan li dijî dagirkeriyê bûn yek deng
26 cotmeh, 2019   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermendên ku ji 9'ê Cotmehê û şûnde konserên xwe betal kirin û dewleta Tirk qebûl nakin, ji bo Yekîtiya Neteweyî pêk bê li hev kom bûn. Hunermendan ji Bakur, Rojhilat, Başur û Rojava ji 4 parçeyên Kurdistanê li hev kom bûn, bi stran, tiyatro, sinema û li her qadê gotin ‘Em rê nadin dagirkeriyê'.

Hunermendên ku klibên hevpar amade kirin û bi hevre nivîs nivîsandin, li dijî dagirkeriyê bang li hemû hunermendên cîhanê kirin ku li cem Kurdan cihê xwe bigirin. Hunermendên Kurd, diyar kirin ku Dewleta Tirk bi ‘Herêma Ewle' dixwaze Rojava bê Kurd bihêlin û li şûna wê ‘korîdora terorê' ava bikin.

Bertek û bangên hunermendan wiha ye:

Muzisjenê rojhilatî ku di cîhanê de navdar e Şehram Nazerî, hemû konserê xwe betal kirin. Nazerî, konserên xwe yên di di serê Mijdarê de li Malmo û Stockholm yên Swedê pêk bîne betal kir û got: "Ez di van şertan de nikarim stranan bêjim."

Muzîsjenê Kurd ku xelata Emmy stendiye û di cîhanê de navdar e Kayhan Kalhor jî diyar kiribû ku di 13'ê Cotmehê de li Salona Cemal Reşit Rey a Konserê ya Stenbolê konsera xwe betal kiriye. Kalhor, wiha got: “Li dijî zulm, zordarî û tunekirina gelekî mirov nikare bi tu awayî bêdeng bimîne. Çeka min muzika min e. Di van şevan de ev çeka min li gorî Rojava tê diyarkirin. Destê min li ser çeka min muzika min e. Şev û  roj giran derbas dibin. Em Kurd dikarin bi berxwedanê vê dagirkeriyê rawestinin. Em Kurd hêza me têra vê yekê dike."

Hunermendê Kurd ê Rojavayî Ciwan Haco jî li ser medya civakî wiha got: “Em dikarin bi hevre jiyana milyonan rizgar bikin. Destûr nedin ku ev komkujî bidome." Haco li aliyê din li welatên Ewropa beşdarî gelek çalakiyên piştevaniye bû û banga "Dagirkeriyê rawestînin" kir.

Hunermende deng ê Rojhilatî Helly Luv jî li ser hesabê medya civakî wiha got: “Îro ji ber trajediya li Kurdistana Rojava pêş dikeve peyv di qirika min de dibin girêk. Kurdên ku bi salan e li dijî rêxistina radîkal a DAIŞ'ê şer dikin, îro ji aliyê cîhanê ve bi tenê hatine hiştin.

Hunermend Nizamettin Ariç jî wiha got: “Şaştiya me wek hunermend û rewşenbiran jî heye ku em Kurd nabin yek. Ji ber vê yekê ji bo xelkê xwe û bi taybetî ji bo xelkê Kurdistana Rojava divê em çalakiyên hevpar li dar bixin."

Hunermend Şivan Perwer ku di 9'ê Cotmehê de piştî êrişan destpê kir daxuyanî parve kir, got:  “Bes e lo lawo êdî bes e. Ma me çi kir ji we hûn ew qas êrîş dikin. Hûn ew qas dijminê me ne. Ma me guneh e? Hûn ji mirovahiyê derketine. Nijadperestno, zalimno em êdî vê yekê ji were nahêlin. Em ê li ber xwe bidin. Heta em yek jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Em Kurdistanê ji were nahêlin."

Hunermend Alî Kalantarî, bi wêne, tasarim û performansan bertek nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û di vê derbarê de performansek da pêşandan. Milan Qadir Pour tasarimê boykotê amade kir. Ressam Lukman Ahmed jî bi tabloyên ji bo Rojava xêz kir li dijî dagirkeriyê derket.

Hunermend Bermal Çem jî bertekên xwe yên li dijî dagirkeriyê wiha ani ziman: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komkujiyê re rû bi rû ye. Mixabin îro li Bakurê Kurdistanê bertek kêm e. Li ku dibe bila bibe divê Kurd li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin. Ji bo parastina nirxên xwe divê rabin ser piyan."

 Derhênera Şanoyê ya Rojhilata Kurdistanê Şebnem Yusifî jî daxuyanî da û got: “Pêwîste di vê pêvajoyê de em wekî hunermendên Kurd dengê xelkê Rojava bidin bihîstin."

Li aliyê din di 14'ê Cotmehê de li dijî dagirkeriya li Rojava ji bajarê Kolnê yê Almanyayê hunermendên Kurd hatin cem hev. Di civînê de hunermend Xelîl Xemgîn, Şivan Perwer, Zozan, Comerd, Şemdîn, Şehrîbanê Kurdî, Beser Şahin, Ali Baran, Amele, Diyar, Ozan Serdar, Emekçî, Hozan Aydin, Hekim Sefkan, Seyitxan, Sosin, Deniz Deman, Bulent Turan, Farqin, Memo Gul, Merdan Zirav, Yasin Kav, Mazlum Rewşen, Cemil Koçgirî, Kakşar Oremar, Sipan Xelat û Şiyar Munzur û bi sedan hunermend beşdarî civînê bûn.

Di encama civînê de danezanek hevpar weşandin û hate diyarkirin ku heta yekîtî pêk neyê û tekoşîna hevpar neyê meşandin, nikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Di deklerasyonê de banga Kongreya Neteweya kurd kirin.b

Zanyar û hindekarê Kurd ê Prof. Koçer Birkar jî got: "Li ser serê û malên Kurdan agir dibare. Zarok tên kuştin, lê wekî cîhan li fîlm temaşe  dike û bêdeng e. Cîhanek pir balkêş e."

Seroka Beşa Lêkolînên Jinê ya Zanîngeha Suleymaniye Prof Dr. Choman Hardî jî bertek nîşanî dagirkeriyê da û got: "Divê gelê Bakure Kurdistanê malên tirk boykot bike. Piştî di 9'ê Cotmehê de dagirkeriyê dest pê kir.

Hunermend û akademîsyenên li Başurê  Kurdistanê jî ku tev li çalakiya boykotê bûn wiha ne: Hunermend Nasir Rezzazi, Muzisyen Enwer Qeredaxi, Derhênre Şivan Atuf, Şanoger Niyaz Abdullah, Listikvan Mahir Hesen, Ehmet Cola, Derhêner Hewraz Mahmud, Muzisyen Şilan Osman, Muzisyen Diyari Karadagî.”

ANHA