‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘

Şêniyên Serêkaniyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker malên wan wêran kirin û milkên wan talan kirin kirin. Ji aliyekî din ve koçberekê destnîşan kir ku dewleta Tirk du zarokên wê qetil kir.

‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
‘Dewleta Tirk malên me wêran kirin û zarokên me kuştin‘
25 cotmeh, 2019   06:22
HESEKÊ-NESRÎN ELÎ

Di encama êriş û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser sivîlan de şêniyên bajarê Serêkaniyê neçar man koçber bibin û li gelek herêman belav bûn.

Gelek koçber li bajarê Hesekê di dibistanan de dimînin, yek jê dibistana Mehmûd El-Nayif e.

Dema mirvo derbasî dibistanê dibe fêrgehên tijî koçber bala wî dikşîne. Di her fêrgehekê de derdora 40 kes dimîne. Jin û zarok li ser parçeyên caw ên ku ji sermê naparêzin radizin. Di dema ku pirtûkxane û daniştok hatin derxistin ji bo ku cih ji koçberan re vala bibe.

Yê ku azara koçberan û şêniyên Hesekê zêde dike kêmbûna avê ye. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker stasyona Elok a li Serêkaniyê ku av dida bajêr kir hedef û di encamê de stasyon ji xizmetê derketiye.

Hejmara niştecihên bajarê Hesekê gihaştiye derdora milyonek kesî. Tevî zêdetirî 300 hezar kes ên ku di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne.

Hevserokê Karûbarên Rêxistinên a herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm diyar kir ku eger pirsgirêka avê çareser nebû dê kerasetek mirovî rû bide.

Di dibistanê de hejmara zêde ya koçberan di fêrgehên xwendinê de bala mirov dikşîne. Koçber diyar dikin ku ji bilî çilên li wan tiştek bi xwe re ne anîne û ji ber kêm derfetan gelek azaran dikşînin.

Ji ber tunebûna avê cil û firaqên gemar di nav korîdorên dibistanê de belav bûne. Di dibistanê de niha 44 malbat dimînin yanî 250 kes. Hemû avê ji 10 bermîlan ava vexwarinê peyda dikin. Ji ber hejmara zêde û tunebûna betaniyan cihên razenê peyda nabin.

Emîre Hesen ji herêma Serêkaniyê ye tevî malbata xwe ya ku 30 kes pêk tê koçber bûn û di heman fêrgehê de dimînin dibêje: "Mala me li Serêkaniyê ji ber bombebarana balafirên Tirkiyê wêran bûye. Mala me ya din jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker tê de ne. Em çaranûsa wê nizanin."

Emîre destnîşan kir ku rewşa wan trajedîk e û wiha domand: "Rewşa vir pir ne baş e. Ji ber topbaranê em koçber bûn û me tiştek bi xwe re neanî. Ji dema ku em hatine vir tu alîkarî ji me re nehatin pêşkêşkirin. Em 5 malbat di odeyekê de dimînin. Bi şev jî kehrebe nîne."

Emîra wiha berdewam kir: "Heta niha em bawer nakin çi bi serê me hat. Jiyana me pir xweş bû. Em di nav ewlehiyê de bû. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her tişt xirab kirin."

Emîra bang li hêzên navneteweyî kir: "Em li ber deriyên zivistanê ne. Em nikarin wisa bijîn. Em bang li tevahiya dewletên cîhanê dikin ku sînorek ji dewleta Tirk a dagirker re deynin da ku em vegerin bajarê xwe."

Ji aliyê xwe ve Hesîna Xelef a 45 salî ya ji herêma Serêkaniyê got: "Ez ê tiştekî pir besît bêjim; ji du rojan ve em bê av in. Ez û malbat xwe bêyî ku em tiştekî bînin, em koçber bûn. Pereyên me jî tune ku pêdiviyên pêwîst bikirin. "

Hesîna wiha domand: "Du ji zarokên min di encama topbaranê de şehîd bûn. Nizanim çawa hestên xwe li hember şehadeta zarokên xwe sivîl bînim ziman, guneha wan tune bû tevî rewşa ku, em ji ber êrişa Tirk gihaştinê."

Hesîne dibêje tevî malbata xwe ya ku ji 7 endaman pêk tê, li ser erdê xew dikin û got: "Bi şev hewa sar dibe û zarokên min biçûk in, hêvî dikin vegerim bajarê xwe lê mala min ji ber êrişan wêran bûye."

(şx)

ANHA