Şêniyên Minbicê di bin konê çalakiyê de: Em dagirkeriyê qebûl nakin

Bi sedan şêniyên Minbicê serdana çalakiya konvedanê ya li navenda bajêr kirin û gotin, ew nahêlin azarên ji ber çeteyan kişandine careke din dubare bibin û dê li hember her êrişek bisekinin.

Şêniyên Minbicê di bin konê çalakiyê de: Em dagirkeriyê qebûl nakin
Şêniyên Minbicê di bin konê çalakiyê de: Em dagirkeriyê qebûl nakin
Şêniyên Minbicê di bin konê çalakiyê de: Em dagirkeriyê qebûl nakin
Şêniyên Minbicê di bin konê çalakiyê de: Em dagirkeriyê qebûl nakin
Şêniyên Minbicê di bin konê çalakiyê de: Em dagirkeriyê qebûl nakin
24 cotmeh, 2019   18:29
MINBIC

Çalakiya kovedanê ya li navenda bajarê Minbicê destpê kiriye didome. Îro bi sedan şêniyên bajêr ên meclisa xeta rojhilat û meclisa xeta rojava û ciwan tev li çalakiyê bû û helwesta xwe ya sabît di berxwedana li hember dagirkeriyê de teqez kirin.

Beşdaran deqeyek rêz girtin. Piştre bi navên meclisa xeta rojhilat a bajarê Minbicê hevserokê meclisê Casim El-Bekar û Meclisa Ciwanan a Minbicê û gundewarê wê  axivîn.

Axaftvanan şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn û bêdengiya navdewletî, konseya ewlehiyê , NY, Yekitiya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên ku Erdogan li herêmê pêk tîne şermezar kirin. Her wina bang li civaka navdewletî kirin ku helwesteke cidî li hember êrişê nîşan bikin û rawestînin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku piştî gelên herêmê gihaştin pêvajoyek pêşketî ji avakirinê dewleta Tirk dest bi şerê xwe li dijî herêmê kir.

Kesên axivîn gotin,  ew nahêlin azarên ji ber çeteyan kişandine careke din dubare bibin û dê li hember her êrişek bisekinin.

Piştre belgefîlmek girêdayî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşendan.

(şx)

ANHA