‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘

Bi sedan ciwanên Efrînê bi meşeke meşaleyan êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin bi yekitiyê hemû planên dagirkeriyê wê têk biçin.

‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘
‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘
‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘
‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘
‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘
‘Bi yekitiyê planên dagirkeran dê têk biçin‘
24 cotmeh, 2019   18:49
ŞEHBA

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşeger a Sûriyê ya herêma Efrînê li gundê Til Qirahê yê girêdayî navçeya El-Ehdas ya kantona Şehbayê meşiyan. Ciwanan meşale, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Hêzên Sûriye Demokratîk û pankartên wekî " Ji çewisandin û înkarkirina gelê Sûriyê re êdî bes e", "Nebin şirîkên dagirkeriya Tirk" û "Na ji faşîzm û dagirkeriya Erdogan re" hildan.

Ciwan li kolanên sereke yên gund meşiyan û sloganên silavkirina berxwedana Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriye Demokratîk berz kirin, heya gihaştin Meclisa Malbatên Şehîdan.

Li ber meclisê piştî deqeya rêzgirtin daxuyanî bi zimanên kurdî ji hêla endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Rizgar Hemo û bi zimanê erebî Elî Îsmaîl ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de  hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker bi hincetên ne rast dest bi êrişên xwe li dijî herêmê kirin. Lê piştî koçberkirina bi hezaran zarok û jinan û hedefgirtina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî mîna fosforê berovajî wê diyar bû. ew sûcên şer in.

Di daxuyaniyê de ciwanan bang li saziyên têkildar kirin ku tevahiya sûcan belge bikin û bang li tevahiya aliyan kirin ku li hember qirkirina nijadî bi sekinin. Ciwanan gotin bi yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê planên dagirkeriyê têk biçin.

(şx)

ANHA