Sersaxî ji malbata şehîd Serdar hat xwestin

Bi dehan endamên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, endamên sazî û komîteyên sivîl berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Serdar ku di Berxwedana Rûmetê de  şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Serdar hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Serdar hat xwestin
24 cotmeh, 2019   10:33
TEBQA

Konê sersaxiyê li gundê Siwêdiyê yê bakurê Tebqayê hatiye vedan. Di bin konê sersaxiyê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdullkerîm El-Îbrahîm axivî û îşaret bi rola şehîdan di rizgarkirina gelan de kir û got şehîdan ji bo rizgarkirina xaka welatê xwe û jiyana azad û bi rûmet berxwedaniyeke dîrok kirin û di oxira wê de canê xwe feda kir.

Abdullkerîm El-Îbrahîm tekez kir ku ewê heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk a dagirker, şopdarên rêya şehîdan bin û behsa komkujî, qirkirinên komî û qirkirina etnîk ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, kir.

Sersaxî didome.

(bx)

ANHA