Şêniyên Girkê Legê di meşê de banga yekrêziyê li hember dagirkiriyê kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist û banga yekrêziyê kirin.

Şêniyên Girkê Legê di meşê de banga yekrêziyê li hember dagirkiriyê kirin
Şêniyên Girkê Legê di meşê de banga yekrêziyê li hember dagirkiriyê kirin
Şêniyên Girkê Legê di meşê de banga yekrêziyê li hember dagirkiriyê kirin
Şêniyên Girkê Legê di meşê de banga yekrêziyê li hember dagirkiriyê kirin
24 cotmeh, 2019   10:18
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gudewarên wê bi hemû pêkhateyên xwe li Qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeyê kom bûn û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist.

Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, wêneyên qurbaniyên topbaraniyên çekên kîmyawî û pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrêşên dewleta Tirk hatin hildan.

Meş ji qadê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê û banga yekîtiyê hatin berzkirin.

Meş li qada navendê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Meclisa Sûriye Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Umer axivî û Berxwedana Rûmetê silav kir û hemû şehîd bi bîr anîn.

Emîne di axaftina xwe de wiha got:"Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Ev pêvajo ji bo me çarenûs e. Planên navdewletî hene ku hebûna gel û nasnameya wê dikin hedef."

Emîne destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze hebûna gelê kurd û gelên herêmê tune bike, demografiya herêmê biguhere û şêniyên herêmê neçarî koçberiyê bike. Her wiha jî Emîne got, dewleta Tirk dixwaze gelên herêmê bi çekên qedexekirî, qir bike.

Hevseroka MSD`ê Emîne Umer di dawiyê de bang li tevahî gelên herêmê kir ku di yek rêzê de li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komployên navdewletî, bisekinin.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê, bi dawî bû.

(bx)

ANHA