Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire

Koçberên neçar bûne ku ji Serêkaniyê derkevin, gotin armanca sereke ya dagirkeriya dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê û qirkirina hemû pêkhateyan e. Di encama topbarana topavêjan û bombebarana balafirên dagirkeriyê de li ser wan bajaran, bajar kirin bin serweriya xwe.

Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
Koçber: Bila NY li ser bikaranîna çekên qedexekirî biryaran bigire
24 cotmeh, 2019   06:20
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bicihkirina koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û hin herêmên din ên sînorî, ku ji ber topbaran û bombebarana balafirên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê naçarî koçberiyê bibûn, 45 dibistan li kantona Hesekê destnîşan kirin.

Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdivî û pêwîstiyên koçberan, di nava liv û tevgerê de ye. Herwiha çend rêxistin û cimiyetên xwecihî yên alîkariyan jî dibin alîkar, lê tavahiya rêxistinên navnetewî yên li Bakurê Sûriyê dixebitîn, derketin derve.

Di vê çarçovê de, kamîreya ajansa Hawarê li nav dibistanên hundirê bajarê Hesekê de,  geriya û ji nêz ve rewşa jiyanî ya koçberan şopand û nerînên wan derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û dijberiya wê de, girtin.

Yek ji koçberan Wedhe Oso ya ji Serêkaniyê ye, wiha got:``Em bi zehmetî ji bin topbarana berdewam a dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê reviyan û ber bi bajarê Hesekê ve hatin. Topbaran li ser herêmên niştecîbûnê berdewam bûn, topan tavahî pêkhate kiribûn armanca xwe.`` 

Fêsel Mehmûd Enterat ê ji bajarê Serêkaniyê koçber bûye, jî wiha got:`` Roja çarşemê di 08:30`an de, topavêj û balafirên Tikriyê dest bi topbarankirina bajarê Serêpkaniyê kirin, ji ber topbarana bê navber û ya bi ser cihên sivîlan de, em neçarî koçberiyê bûn.

Enterat da xuyakirin ku, dagirkeriya Tirk armanc dike demografiya herêmê biguhere û qirkirina gelan pêk bîne, ew tevahiya pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan, Aşor û Ermen hedef digre û wiha domand:``Tirkiyê ji berê ve dijbgeriya pêkhateya Kurd dike.``

Samiye Ehmed a ji Serêkaniya koçber bûye jî da zanîn ku pêdivî û pêwîstiyên wan têne pêk anîn lê ew dixwazin`` Vegerin warên xwe, ji pêkhateya Erebî me, mala min bi temamî hate rûxandin, dagirkeriya Tirk cudahiyê nake navbera pêkhateyan û hemûyan hadef digre.``

Koçberê ji Serêkaniyê Ebdulrehman Mero jî bang li civaka navnetewî kir ku dagirkeriya Tirk ji ser herêmê rawestînin û demildest wan vegerînin ser mal û milkên wan û got:``Dagirkeriya Tirk bi awayekî tewşankî bajar topbaran dikir û sivîlên herêmê armanc dikir.``

Koçberan bi giştî bang li Neteweyên Yekbûyî kirin, derbarê bikaranîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê a çekên qedexekirî re, biryaran bigrin.

(rr)

ANHA