Şehîdê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo hate oxirkirin

Bavê şehîd Mihemd Nêfo di merasîma oxirkirina kurê xwe de wiha got: “Kurê min di oxira parastina xak û gelê xwe ji talankeran de şehîd bûye.” Şehîd Mihemed Sefo li Goristana Şehîd Dilşêr a naçeya Tirbespiyê hate veşartin. 

Şehîdê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo hate oxirkirin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo hate oxirkirin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo hate oxirkirin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo hate oxirkirin
23 cotmeh, 2019   11:44
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê şervanê Erke Xweparastinê Mihemed Nêfo oxir kirin. Şehîd Mihemed li herêma Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de li dijî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe da û şehîd bû.

Merasîm li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm û ji fermandarên Hêzên Ereka Xweparastinê Salim Îbarahîm axivîn.

Di axaftinan de, îşaret bi berdewamkirina berxwedanê li dijî artêşa Tirk hate kirin.

Paşê bavê şehîd Mihemed, Nesrî Nêfo axivî û got: “ Li dijî artêşa Tirk em soza berxwedan û têkoşînê didin, kurê min di oxira parastina xak û gelê xwe ji talankeran şehîd bûye.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin, paşê şehîd Mihemed Nêfo di nava sloganan de, li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

(eh)

ANHA