ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23. 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23. 10. 2019
23 cotmeh, 2019   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Çalakiya konvendê ya li Minbicê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çerxerêya Qermotî ber bi avahiya Konseya Penaberan a NY‘yê ve dimeşin, saet 10:00‘an. Girêdayî heman mijarê li gundê Til Hozan ê başûrê bajarê Minbicê jî meşekê tê lidarxistin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan bêdengiya navdewletî ya li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir û gotin: "Ji kuştina gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re êdî bes e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- "Kesên ku kurê min qetil kir û keça min astengdar kirin ji bîr nakin. Kengî zarok û sivîl bûne terorîst heta ku artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane wan bike hedef" ev gotinên dayîka Narîman Adil in dayîka her du zarokên Mihemed û Sara ne yên ku bûn qurbanên topên artêşa Tirk a dagirker. Dayîka Narîman deteyên kêliyên destpêkê yên ketina topan li ser serê zarokên wê ketine vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî belgeyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di êrîşa artêşa Tirk a li Efrînê de zêdeyî 200 zarok bûne qurbanî. Rêxistinê ev êrîş bi "Sûcên der heqê zarokan" bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Ragihandina Heyva Sor a Kurd Ehmed Îbrahîm tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker rojnemevanan hedef dike û got “Em ê dengê rastiyê raghînin “. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, ku eger di malên xwe bimana agirên kîna osmanî dê wan bişewtandana û malên wan li ser serê wan de hilweşandana. Koçberan bang li civaka navdewletî kirin ku hêzên navdewletî ava bikin ku vegera wan ji bajar û gundên wan dabîn bikin.

-Beşdarên çalakiya konvendê ya li navçay Çelebiyê ya kantona Kobanê bang li hêzên cîhanê kirin ku destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirk rawestîne û gotin dagirkerî çeteyên DAIŞ‘ê zindî dike. Beşdaran diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin û xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji gotina ku rejîma kûr a şer a dewleta Tirk ji bo hewldana dagirkeriya 9’ê Cotmehê ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê meşrû bike, bi kar dianî, derewa, ‘têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû.

ANHA