Ji bo cihên dagirkirî nîqaşên hêza aştiyane ya NY’ê

Ji bo cihên dagirkirî nîqaşên hêza aştiyane ya NY’ê
22 cotmeh, 2019   21:02
HÊVÎ HESEN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku 9'ê Cotmehê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabûn destpêkirin tevlî agirbesta 120 saet jî hîn didome.

Tê gotin ku li herêmê heta niha zêdeyî 500 sivîl ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wî û DAIŞ'ê ve hatine kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta herêma “ewle” cihê ku ketiyê û dagirkiriye li ser Kurdan û gelên heremê qirkirineke etnîkî pêk tîne.

Di nav kesên ku hatine kuştin de qasî ku hatiye diyarkirin 35 zarok jî hene.

Li herêmê zêdeyê 200 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûn.

Gelên ku hatine koçberkirin jî bê parastin in û eşkere bûne hedef. Ji ber vê jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike armanc û wan dikûje. Ji aliyek din ve jî gel birçî maye û xwe nagihîne ava paqij.

Bi sedan birîndar di nexweşxaneyan de li benda dermankirinê ne. Di nexweşxaneyan de ji derveyî rewşên awarte tu tedawî nayên kirin.

Ji roja ku dewleta Tirk dest bi dagirkeriyê kiriye, heta niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî  û Konseya Ewlekariyê dike ku mûdaxaleyê bikin.

Lê heta niha hin bangên bi metirsîdar ve sînordar hatine kirin.

Gelo li qadê hebûna Neteweyên Yekbûyî tê çi wateyê?

Di heremên şer de divê pozîsyona Neteweyên Yekbûyî çawa be?

Kiryarên Neteweyên Yekbûyî yên berê ji bo roja îro peyamên çawa dide? 

Piştê şerê Cîhanê yê Duyemîn Yekîtiya Netewî ji bo şerên sar ên di navbere du aliyan de çareser bike di sala 1946'an de girêdayê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî biryar dan hêzekî aşitiyê were avakirin.

Hêza aşitiya ku bi beşdariya leşker, polîs, dîplomatên dewletên ku hatine diyarkirin hatiye avakirin, armanca avakirina vê hêzê ji bo kêmkirina şer û rageşiyê ye.

Gava Yekem: Hêzên Aşitiyê yên Neteweyên Yekbûyî li 13 heremên cûda ku tê de şer diqewimî heta destpêka salên 1990'î hêzên xwe bi cih kir.

Gava Duyem: Piştê salên 1990'î ji hiştina hêzên leşkerî zêdetir, bi beşdarkirina saziyên civakî yên olî, etnîkî, siyasî, çandî, mirovî û hilbijartinên ku aşitiyê teşwîq dike hîn zêdetir derxist pêş.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî saziya herî bi hêz a ku dikare aşîtî û ewlehiyê biparêze.

Saziyên Neteweyên Yekbûyî yên din tenê dikarin pêşniyar bikin, lê biryara Konseya Ewlekariyê ji bo hemû dewletên endam derbasdar e û diyarker e.

 Di nehevkirinên ku di navbera du aliyan de derdikev aliyek  bi hêsanî dikare  serlêdana Konseyê bike. 

Tiştên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime bê ku mirov serlêdan bikin jî konsey dikare têxe rojeva xwe.

Konsey ji bo çareseriyên aşîtiyane dikare ji bo navbenkariyeke baş sekreterê giştî erkdar bike.

Beriya dagirkeriya 9'ê Cotmehê dikaribûn pêşiya êrîşan bigirtana. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikare telîmata agirbestê bide.

Banga agirbestê çend roj berê ji aliyê Berdevkê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen ve li Şamê hate kirin. Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî  Jerry Matjila jî têkildarê êrîşan gumanê xwe anî ziman. Ji berpisyaran yekê din jî Berdevkê Daîmî yên Neteweyên Yekbûyî yê Amerîkayê Kelly Craft  bû. Craft diyar kir ku ew tu gaveke ku qanunên navdewletî binpêdikin naxwazin û banga agirbestê kir.

Dema ku Neteweyên Yekbûyî pêwîst bibîne dikare ji bo heremê hêza aşitiyê bişîne.

Qirkirin jî di nav de konseyê dikare kesên ku mafên mirovan binpêkirine û sûcdar in dikare wan kesan darizîne û dadgeheke navdewletî ava bike.

Berdevkê Ofîsa Karên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Jens Laerke, di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir ku li Qamişlo 124 xebatkarên heremî bi giştî 134 xebatkarên NY hene. Hijamara xebatkarên biyanî yên NY'î bi giştî ji 384 kesî daxistine 200 kesî.

Divê li ser rêxistinên ku karên xwe bi dawî dikin bandora wan were nîqaşkirin.

Lê di rewşa heyî de dema ku zexta raya navdewletî mirov digre berçav, ji bo pêşîgirtiya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser heremê pêwistiya hêzeke aşitiyê ya navdewletî derdikeve holê.

Herî dawî jî Wezîra Parastinê ya Almanyayê Kramp Karrenbauer, pêşniyar kir ku divê di navbera sînorê dewleta Tirk û Sûriyê de heremeke ewle ya ku hêzên navdewletî diparêze were avakirin. Ev pêşniyar wê roja Pêncşemê di civîna NATO'yê de were nîqaşkirin.

Gorî hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ; mîsyona girtiye ser xwe diplomasiya pêşî lê girtin, aşitî avakirin, aşitiyê parastin û piştî pevçûna aşitî avakirin bi van misyonan 1946'an heta roja me ya îro gelek deverên cûda yên cîhanê 60 operasyonên hêzên aşitî yên Netewe yên Yekbûyî hatine pêkanîn.

Neteweyên Yekbûyî heta roja me ya îro gelek navenda hêza aşitiyê avakirine  û xwestin parastina kesên sivîl bikin.

Li Amerîka ya navîn, Rojhilata Navîn, Afrîka, Pasîfîk û weke li Balkana gelek deverên cîhanê ji bo çareserkirina pirsgirêka ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hêzên aşitiyê yên hatine avakirin wiha ne;

Sûdan (2005), Brundi (2004), Komara Kongo (2003), Haiti (2004), Pakîstan-Hindistan (1949), Qibris (1964), Kosova (1999), Girên Golan (1974), Rojhilata Navîn (1948), Somali (1995), Tacikistan (2000), Iraq-Îran (1988), Lubnan (1958), Yemen (1963), Iraq-Kuweyt (1991), Hirvatistan (1995), Yugoslavya ya kevin (1992), Bosna û Hersek (1995), Tîmur a rojhilat ( 2002), Kosta Rika-El Salvador-Guatemala-Honduras-Nikaragua (1989), Komara domînîk (1965), Angola (1988), Ruanda (1993).

ANHA