HAT: Fermandar Tolhildan Zagros şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Antî-Teror (HAT) ragihand ku fermandar Tolhildan Zagros di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bû.

HAT: Fermandar Tolhildan Zagros şehîd bû
22 cotmeh, 2019   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Antî-Teror (HAT) daxuyaniyek nivîsîk weşand, ragihand ku fermandar Egîd Mehmûd (Tolhildan Zagros) di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em di rêya azadî, rêya civaka demokratîk û berxwendana azad de dimeşin û şopdarên xeta şehîdan in."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Egîd Mehmûd

Nasnav: Tolhildan Zagros

Navê dayikê: Rojîn

Navê bav: Mihyedîn

Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo 23/10/ 1987

Dîroka tevlîbûnê: 2011

Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî 20/10/2019