Kemal Akif: Em bendên hevpeymanê nîqaş dikin û piştre em ê helwesta xwe ragihînin

Berdevkê Fermî yê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif da zanîn ku wan xalên hevpeymana Rûsî-Tirkî li Sochi şopand û ew wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha wan xalan nîqaş dikin û di demeke nêz de ew ê helwesta xwe ragihînin.

Kemal Akif: Em bendên hevpeymanê nîqaş dikin û piştre em ê helwesta xwe ragihînin
22 cotmeh, 2019   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya niha bi çend kêliyan, civîneke çapemeniyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de, herdu aliyan li ser 10 xalan lihev kirin.Der barê hevpeymanê, Berdevkê Fermî yê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ji ajansa me re axivî.Kemal Akif da zanîn ku wan hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de şopand û got: “Der barê encam û xalên ku ji civîna serokê Rûsya û Tirkiyê li Sochi îro şev derketî û bidawîbûna dema agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em wekî rêveberî niha van xalan nîqaş û dinirxînin. Di dema pêş de em ê helwesta xwe ragihînin.”(kc)ANHA