QSD’ê bîlançoya şerê Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên borî, eşkere kir

QSD’ê got: “Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin û hêzên me li gor wê tev digerin, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker, hê jî êrîşên xwe didomîne, êrîşên artêşa Tirk ên baraber, asîmanî û topbaranan bû sedema şehadeta 16 şervan û 3 birîndaran.”

QSD’ê bîlançoya şerê Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên borî, eşkere kir
20 cotmeh, 2019   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) bîlançoya şerê Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên borî bi daxuyaniyekê eşkere kir:

"Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin û hêzên me li gor wê tev digerin, lê belê artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên alîgirê wê, êrîşên xwe didomînin.

Serêkaniyê

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Serêkaniyê bombebaran kirin û li rexê jî gelek hêz û amadekariyên leşkerî anîn herêmên agirbestê.

Li derdora gundên Hebeş û Şikêriyê, komên terorîst û artêşa dewleta Tirk a dagirker hewldan êrîşên nuqteyên hêzên me bikin.

Li aliyekî dîtir jî komên terorîst êrîşî nuqteyên me li cihên dîtir kir û bi çekên giran êrîş kir û hewl da bi panzêran pêşde werin.

Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û şerek li wan nuqteyan rû da.

Hêzên me hewldanên pêşveçûnê şikandin û hiştin ku paş ve bikişin. Lê piştî hewldanên wan hatin şikandin, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran topbaran kir.

Tevî pêkanîna agirbestê ji hêla me ve li tevahî nuqteyan, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li derdora gundên Til Xinzîr, Elok belav kirin û her wiha jî hejmareke mezin ji çeteyan li wan nuqteyan bi hedefa êrîşkirinê, belav kir.

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker a hovane de, 16 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birînar bûn.”

(fr)

ANHA